Kes dengê jinên Şerwêran nabihizî

09:33

AGIRÎ- Jinên li gundê Şerwêran a Agiriyê dijîn ev 20 sale avê dikişînin malên xwe. Jinan diyar kir ku bi dehan carî ji bo avê serî li Walitiya Agiriyê dane û wiha berdewam kirin: “Em êdî dixwazin avê bikişînin malê me. Divê demildest mexduriyeta me bê dîtin.”

Li gundê Şerwêran a Agiriyê ev 20 sale av nayê dayîn. Jin bi salane bi bîdonan ji kaniyê avê dikişînin malê û cil û bergan jî bi vî awayî dişon. Zarok li cihê ku av û paqijî tine perwerdê dibînin. Jinan bertekên xwe anîn ziman û got divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.

Jina bi navê Songul Adiyaman bi lêv kir ku bi salane avê nadin gundê wan û wiha pê de çû: “Em avê ji bîrên qirêj tînin malê xwe. Ev 20 sale rewşa me wisaye. Kaniyek heye û j ime gelek dûre. Ava wê zû diqede. Av heye, depo jî heye lê hêza me ya aborî tine ku em bikşînin malên xwe. Dewlet jî alîkariyê nade me. Ne xema dewletê ye ku em ava qirêj vedixwin.”

‘Ji ber avê me çavkaniya debara xwe firot’

Songulê destnîşan kir ku dema berf dibare mexduriyeta wan zêde dibe û wiha got: “Em li ser kaniyê cilan dişon. Dest û lingê me dicemide. Du çêlekên min hebûn. Ji ber av tinebû me ew jî firotin.”

‘DSÎ çavkaniya avê girt’

Munetya Aydemîr ya 50 salî jî anî ziman ku DSÎ’yê çavkaniya ava wan girtiye û wiha pê de çû: “Ava me qût kirin. DSÎ ya Agiriyê li vir çem girtine. Em perîşan kirine. dewlet avê nade me. Ev 20 sale em vê reziliyê dijîn. Em ji ber vê nexweş neketin. Wisa dikin ku em axa xwe terk bikin. 8 zarokên min hene. Hewcedariya vana hemûyan bi avê heye.”

Tekgul Çîmen ya 35 salî jî bi lêv kir ku ava qirêj vedixwin û ev tişt anîn ziman: “Em zehmetiyên mezin dikişînin. Me kepçe anî û bîra ber deriyê min kolan. Derê bîrê vekiriye. Têde mar û bihûk hene. Em nizanin em vê avê çawa vexwin. Dewlet guh nade me.

Omerê 10 salî jî behsa zehmetiyên ku dayika wî dikişîne kir û got ew dixwazin avek baş vexwin.