Dîlan dilê wê bi hesreta çiya tije

09:35

ÎZMÎR- Dîlan Kortak ya ku li Stenbolê bi guleya polîsan hat qetilkirin, ser mirina wê de salek derbas bû. bavê Dîlanê got: “Wê gelek ji gelê xwe hez kir. Xeyala wê ya herî mezin hesreta ji bo çiya bûn.”

Dîlan Kortak sala borî ji aliyê polîsan ve di 3’ê Qanûnê de li Sancaktepeyê di serdegirtina malan de hat qetilkirin. Di lêpirsîna Dîlanê de dîsa bi zirxa bêcezabûnê re biryara bêşopandinê hat dayîn.

Hesreta Kurdistanê vediguhere têkoşînê

Malbata Dîlanê di salên 90’î de ji ber sedemên aborî ji gundê Bertî ya Omeriya a Mêrdînê hat Îzmîrê. Dîlan li Îzmîrê mezin bû û di temenê biçûk de zextên dewletê nas kir. Bavê wê Îbrahîm di 1993’an de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ hat girtin û 3 sal û sê mehan di girtîgehê de ma.

Bi bavê xwe re têkiliya rêhevaltiyê ava dike

Dîlan demekê hevberdevkiya Meclîsa Ciwanan a Karabaglar a HDP’ê dike û li her derê kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimeşîne û îmzeyan kom dike. Li dibistana ku dixwîne Lîseya Karabaglar a Cumhuriyetê jî kampanyayê dimeşîne û ji dibistanê tê avêtin. Piştî vê Dîlan zêdetir tevlî têkoşînê dibe. Dîlanê bi bavê xwe re têkiliya hevaltiyê datîne û Dîlan rojekê ji bavê xwe re dibêje ‘Ji min re êdî bêje Heval.’

‘Dîlanê gelek ji gelê xwe hez dikir’

Bavê Dîlanê, Îbrahîm Kortak diyar kir ku Dîlan di dibistanê de gelek serkeftî bû û ji xwendinê hez dikir. Îbrahîm ev tişt gotin: “Dîlanê her tim ji bo gelê xwe têkoşîn dimeşand. Ji gelê xwe pir hez dikir. Hevalên wê pir jê hez dikir. Daxwaza wê ya herî mezin hesreta ji bo çiya bû.”

Îbrahîm bi lêv kirku yên Dîlan qetilkirin bê ceza mane û ji bere w tevlî cenazeya keça xwe bûye lêpirsîn lê hatiye vekirin. Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got dewlet bi taybet ji rêxistibûna jinan ditirse û ji ber vê jinan qetil dike.