‘Em dixwazin bibin nokteya yekemîn ya ku jin dikarin serî lê bidin’

11:41


WAN- Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, start da xebatên xwe û serokê komîsyonê parêzer Rabîa Ozgokçe diyar kir ku ew hedef dikin ku bibin nokteye yekemîn ya serlêdanê a jinan.

Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê hat avkairin. Komîsyon ji aliyê 30 parêzerên jin ve hat avakirin. Ev komîsyon bi pirsgirêkên jinan re eleqeder dibin û xebatan dimeşînin. Komîsyonê bi semînerekê starta xebatên xwe da. Parêzer Rabîa Ozgokçe ku serokatiya komîsyonê dike axivî û diyar kir ku bi OHQAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin gelek saziyên jinan hatin girtin û ji ber vê wek alternatîf ev komîsyon ava kirine. Rabîayê got bi hevalên xwe re biryara avakirina komîsyonê dane.

‘Jinên rastî şîdetê tên naçin qerekol û edliyeyê’

Rabîayê got ew plan dikin ku vê komîsyonê biguherin ‘Navenda Mafê Jinan’ û wiha berdewam kir: “Kî bê serê baroyê bila bê em naxwazin bandorê li ser vê navendê bike. dikare komîsyon bê girtin lê ji bo navendê ev nabe xetere. Jinên rastî şîdetê tên naçin qerekol û edliyeyê. Em dixwazin bibin nokteya ku serî l ime bide ev be.”

Rabîayê di berdewamiyê de anî ziman ku wê bi komeleyên jinan yên hatine girtin re projeyek hevpar bimeşînin û wiha anî ziman: “Em dikarin di bin bana xwe de hevalekê îstîhdam bikin. Em difikirin ku bi civaknasekê û parêzerekê re vê xebatê bimeşînin. Çi ji destê me bê emê bikin.”

Parêzer Dîlan Ayan jî destnîşan kir ku ji bo komîsyona jinê berfireh bibe xebatek wisa dimeşînin û bi girtina komeleyan hewcedariyek mezin bi vê heye û me ev dît. Dîlanê da zanîn ku ji ber tayyînkirina qayyûman di xebatan de kêmasî heye.