‘Em ê bi vê civakê bibin dengê her aliyê’

11:42


ESKÎŞEHÎR- Xwendekarên Ragîhandinê yên Zanîgeha Anadolu ya Eskîşehîrê li dijî zextên demên dawî yên li welat ‘Civaka Çapemeniya Rexnegir’ ava kirin. xwendekaran da zanîn ku wê bi civakê re bibin dengê her aliyê civakê û plan dikin ku mafê gotinê bidin xwendekarên zanîngehê.

Xwendekarên Ragîhandinê yên Zanîgeha Anadolu ya Eskîşehîrê li dijî zextên demên dawî yên li ser çapemeniyê gotin ‘Em hene.’ Xwendekaran her tişt li ber çava girtin û ‘Civaka Çapemeniya Rexnegir’ ava kirin. Xwendekar Neslîhan Solmazê got armanca avakirin civakê eve ku azadiya girtina nûçeyan qezenc bikin û fikr û ramanên xwe bi awayekî azad îfade bikin.

‘Rojnamegeriya yek tîp ferz dikin’

Neslîhanê di berdewamiyê de bi lêv kir k udi demên dawî de rojnamegeriya yek tîp tê ferzkirin û got ji bo ev pîşe çawa tê îcrakirin nîşan bidin ev kom ava kirine. Neslîhanê wiha berdewam kir: “Ji ber zextên dawîyên li ser çapemeniyê me biryarek wisa girt. Xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin û girtin. Bi armanca piştevaniya Cumhuriyetê xwendekaran rojname li zanîngehê xwendin û rastî êrîşan hatin. Vê êdî sînorê sebra me qedand.”

Neslîhanê bi lêv kir ku zextên li ser çapemeniyê bû sedema ku em vê civakê ava bikin û emê li ser hemû pirsgirêkên aliyan bisekinin.