Şaredariya Şemzînanê hat girtin!

15:08


COLEMÊRG - Piştî binçavkirina Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin û di bin dorpêçê de girtin deriyê şaredariyê bi zincîran kilît kirin û nehîştin xebatkar bikevin şaredariyê.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî ku Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, hevjîna wî û endama ÎHD'ê Pinar Çaçan, Hevserokê HDP'ê yê Şemzînanê Cabbar Taş xebatkarê şaredariyê Cahît Erler hatibûn binçavkirin polîsên bi ser şaredariyê girtin dorpêça xwe didomîn in. Polîsên ku ala tirk li avahiyê daliqandin deriyê avahiyê jî bi zincîran kilît kirin û nehîştin xebatkar bikevin hundir. Polîsan ji xebatkarên şaredariyê de gotina "Dema ku em gazî we bikin bên niha şaredarî girtî ye" xebatkar paşve vegerandin.