Li Şengalê kûlîlk jî di nava berxwedanê de ne
10:09
Nûjiyan Erhan /JINHA
ŞENGAL - Li çiyayê Şengalê berxwedana şervanên YBŞ û YPJ -Şengal a li hember çeteyên DAIŞ'ê bê navber didome li aliyê din kûlîlk li hember wêrankirinê ji nûve dipişkive.
Ji 3'ê Tabaxê û vir ve êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bê navber li ser heremê Şengalê didome, ji ber êrîşê ku pêk hatî bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin û bi hezaran jî ji bo ku xwe ji qetilamê biparêzin xwe sipartin çiyayê Şengalê û yekîneyên parastinê YBŞ û YPJ- Şengal avakirin. Piştî zivistana sar û seqem bi hatina buharê re hinek neferên din beşdarî hêzê berxwedanê bûn. Kûlîlkên ku di bin êrîş û wêrankirina çeteyan de mabûn cardin ji nûve dipişkivin û bi xweşkbûna xwe li hember êrîşa meydanê dixwînin.
Malên ku ji aliyê çeteyan ve hatine bombe barkirin, her çiqas diyar bike ku li wir jiyan rawestiya ye jî, lê bi pişkivîna kûlîlkan re berxwedana xwezayê a bê hempa li hember êrîşa diyar dike. Li aliyek di qontarê çiyade berxwedan didome, li aliyê din parastina malên hatine wêran kirin ji kûlîlkan re ma ye.
(rc)