Beşdariya nava refên YPJ'ê berdewam dike
16:52
JINHA
TIRBESPIYÊ – Li Tirbespiyê 10 şervanên nû yên ji pêkhateyên kurd û ereb tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
Akademiya Şehîd Şîlan a Leşkerî dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Viyan Peyman" ku mehek berê ji 10 şervanên YPJ’ê re dabû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî kir. Di dewereyê de şervanên nû fêrî bikaranîna çekên sivik û navîn hatin kirin. Di dewreya perwedeyê de her wiha dersên bîrdozî yên wekî rêjîma Heqîqetê, Rastiya Rêbertî, rola jinan di nava civakê de jî hatin dayîn. Dewreya Şehîd Viyan Peyman bi merasîmekê bi dawî bû. Şervanan soz dan ku dê bi hemû hêza xwe paratina hemû pêkhateyan bikin û li ser xeta berxwedanê ya tekoşerên azadiyê bimeşin.
Piştî merasîm bi dawî şervanên nû hatin erkdarkirin.
(zt)