Dayîk bi daxwazên şatiyê li Enqerê ne
11:39
JINHA
ENQERE - Dayîkên Aştiyê bi gotinên weke "Bese êdî destê xwe ji zarokên me bikêşin ketine re. Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Gaziyê, Dayîkên Roboskiyê û Dayîkên leşkeran ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Dayîkên Aştiyê yên ku ji gerlek deverên Kurdistanê bi duruşma "Êdî bese destê xwe ji zarokên me bikêşin" ketin rê gihan Enqereyê. Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Gaziyê, Dayîkên Roboskiyê û Dayîkên leşkeran yên ku ber bi Enqereyê ve ketin rê di tevahiya rê de ji bo zarokên xwe yên winda kirine lorandine û hevu din hêmin kirine. Di nava dayîkên ku ji Stenbolê ketin rê de dayîkên gerila û leşkeran êşên xwe bi hev re pardikirin û kêliyên hestiyar dihatin jiyîn. Di tevahiya rê de jinan çîrokên xwe bi hev re par dikirin û bi zimanên cuda dilorandin.
Dayîkên ku di saetên serê sibê de gihan Enqerê ji bo talebên xwe bînin ziman li ber Navenda Giştiya ÎHD'ê dê daxuyanî bidin çapemeniyê û li ber TBMM yê çalakiya runiştinê bidin despêkirin.
(zt)