Ciwanên Rojava li hember tecrîdê meşiyan
16:04
JINHA
EFRÎN - Hemleya ciwanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ciwanan qonaxa çalakiyê a duyemîn dane destpêkirin. Derbarê vê yekê de 4 meşên dirêj hatin organîzekirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava li kantona Efrîn û Heleb hemleya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 11‘ê tebaxê hatibû destpêkirin dewam dike, qonaxa duyemîn a ji bo meşan destpê dike. Di hemleyê de 4 meşên dirêj li Efrîn û navçeyên hatin organîze kirin. Meşa yekem ji navçeya Cindirêsê û Şiyê destpê kir. Ciwanan ji pêşiya Mala Gel ber bi navenda kantonê meşiyan. Li navçeya Şera jî bi tevlîbûna bi dehan ciwanên navçeya Bilbilê meş heya navenda Efrînê dewam dikin. Meşa sêyemîn a navçeya Raco û Mabata ji gundê Qoba destpê kir. Her wiha meşa 4‘an ji navenda Şêrawa hate destpêkirin. Ciwanan posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên têkoşeran, ala Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger hildabû û bê navber diruşmeyên azadî ji bo Abdullah Ocalan berz kirin.
Tê payîn ku her 4 meşên ciwanan li stadyoma Efrînê li hev kom bibin û li wir jî sîneviziyonek derbarê jiyana Ocalan de bê nîşan dan û çalakiyên hunerî lidar bixin.
(rc)