Li Nisêbînê jiyan hat sekinandin
10:50
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê bi boneya qatlîamên li dijî gelê kurd û qirkirina siyasî ya li hember siyasetmedarên kurd bi dawî bibin û bên şermezarkirin, çalakiya "Jiyan rawestandinê" pêk hat. Li navçeyê kes neçû kar, wesayîtên xwe ne xebitandin û jiyan hate rawestandin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser banga Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Nisêbînê, ji bo qetliyamên li dijî gelê kurd û hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de girtina siyasetmedarên kurd bê şermezarkirin, çalakiya “jiyan rawestandinê” pêk hat. Li navçeyê kes neçû kar û derabeyên kargehên xwe venekirin. Ligel kargehan, saziyên dewletê jî nehatin vekirin û li tevahî bajêr jiyan hate rawestandin. Ji bilî firin û dermanxaneyan her dever girtî ye. Li seranserî bajêr wesayît nehatin xebitandin û li navçeyê bêdengiyek serdest heye.
Li aliyê din posterê Hevşaredar Sara, yê bi nivîsa "Kelepçekirina vîna gel şerma we ye, berxwedan jî peywîra me ye" bi avahiya Navenda Çanda Mitannî ve hate daliqandin.
(zt)