Hevserokên Nisêbînê jî sirgunî Girtîgeha Sîncanê kirin

12:16

JINHA

MÊRDÎN – Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê Zînet Algan ên ku hatibûn girtin, ji Girtîgeha Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatin kirin.

Polîtîkaya sirgûnê ya li hember siyasetmedarên kurd ku hatiye destpêkirin didome. Piştî hevşaredarên Farqîn û Sûrê û Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê Zînet Algan ên ku bi hînceta beşdarî îlankirina rêveberiya cewherî bûne û du roj berê bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin jî hatin sirgunkirin. Sara û Zînet îro serê sibehê ji Girtîgeha Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin.

Malbatên Sara û Zînet ên ku çûn hevdîtinê rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku Sara û Zînet sirgûnî Enqereyê hatine kirin.

(zt)