Fîgen Yuksekdag malbata Ekîn Wan ziyaret kir

14:12

JINHA

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, malbata gerîlaya HPG'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a meha derbasbûyî bi îşkenceyê ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wê bi tazîkirinê hat teşhîrkirin, ziyaret kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê M. Veysî Dîlekçî û rêveberên HDP û DBP'ê yên Bajêr, malbata Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li taxa Karşiyakayê ziyaret kirin û bi dayik Delal Elturk re rûniştin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen ji dayik Delal Elturk û tevahiya malbatê re sersaxî xwest û got, "Ekîn Wan û hevrêyên wê ti carî serê me berjêr nekirin. Bi şehadeta xwe re em bi hêztir kirin. Ya ku li Ekîn Wan hat kirin, em ê ti carî qebûl nekin. Xweranegirtineke mezin a li gelê Kurd e. Ev kiryarên wan wê ti carî berxwedana me neşikîne. Êrîşên bi vî rengî bêçaretiya wan nîşan didin."

Dayîka Delal Elturk jî got, "Bila gelê Kurd bibe yek û pêşî li zilmê bigire. Bila ti kes xwe ji vê rê venegire. Bila her kes têbikoşe."

Fîgen û heyeta pêre piştre çûn konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG'ê Latîf Bûlût (Rênas Tolhildan) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, hatibû vedan û ji malbatê re sersaxî xwest. Fîgen di axaftina xwe ya li vir de got, "Dixwazin bi komkujiyan pêşî li têkoşîna me ya aştiyê bigirin. Lê belê gelê me ket ser rêyekê û vegera ji vê rê nîne. Kurd îro li Şengal, Koban, Mexmûr û Mûsilê ji bo aştî û azadiyê têdikoşin didin."

(rc)