Li Dêrsimê rageşî berdewam dike
15:49
JINHA
DÊRSİM - Piştî ku li navenda Dêrsimê şer derket polîs nava bajêr gulebaran dikin. Sekvan li ser cihên bilind hatine bicîh kirin û şer li nava bajêr berdewam dike.
Hat zanîn ku di şerê li Qereqola Ş. Nafi Karabulut a li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navenda Dêrimê de, şer de HPG yiyek jiyana xwe ji dest da û yek birîndarbû, polîsek mir û yek birîndar bû. Hat zanîn ku bi derketina şer re polîsan nava bajêr gulebaran kirin di gulebaranê de 4 welatî birîndar bûn. Hat zanîn ku ji welatiyên birîndar rewşa zarokek keç a 15 salî girane. Tedawiya HPG yiyê birîndar û welatiyên birîndar li Nexweşxana Dewletê ya Dêrsimê berdewam dike.
Piştî şer welatiyan nerazîbûn nîşanî girtina bindarpêçê ya bajêr û nava bajêr gulebaran kirinê dan. Polîsan bertekên welatiyan bi avaşit û gaza îsotê û gulebaranê bersivda. Hîna bajar dibin çemerêdene û hîna sekvan li ser havahiyên bilind rawestayîne. Li navenda bajar şer berdewame.
(zt)