Êzidiyên li Kampan Newroz bi çar destan jiyan hembêz kirine
11:57
Zêrîn Kurtay/JINHA
DÊRIK - Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAİŞ'ê ji Şengalê koçî Kampa Newro ya Rojava kirine ji nû ve jiyanê avadikin. Li gel ku di 73 fermanan re derbasbûne jî ji çand û baweriya xwe parastine, ji moralê xwe tiştek kêm nekirine bi çar destan jiyanê hembêz dikin.
Gelê Êzidiyê ku di dîrokê de di gelek qirkirinan re derbas bûyî kêmek jî ji dest ji çanda xwe bernedaye. Herî dawî di 3 yê Tebaxa sala 2014'an de bûn mexdurê êrîş û qirkirina çeteyên DAIŞ'ê. Êzidiyên ku ji qirkirinê karîn canê xwe rizgar bikin li Kampa Newroza Rojava bicîhbûn, li gel hemu zoriyan jî jiyanê ji nû ve dihonin. Êzidî di avakirina jiyana nû de di gelek aliyên qursên pîşeyî, çand û huner, wezîş û gihandinê de xwe pêş dixin. Ji bo deruniya qirkirinên ji ser xwe bavêjin li kampê çalakiyên cuda tên kirin. Ji bo başkirina jiyana Êzidiyan TEV-DEM'ê gelek sazî di nava kampê de vekirine. Ew sazî hemû pêdiviyên Êzidiyan ji xwarin heya li xwe kirinê dabîn dikin.
Travmayên zarokan jiyan kirî bandorê li lîstokên wan jî dikin
Zarokên herî zêde ji êrîşên çeteyan bandorbûne travmayên jiyan kirine derbazî lîstokên xwe jî dikin. Di nava lîstokan de hinek zarok hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê vedibêjin, hinek ji wan jî berxwedana HDP'ê li hember çeteyan didin. Ji bo ku civakek baş bê perwerdekirin divê despêkê de carokê baş bên perwerdekirin. Zarokên Şengalê yên ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bandorbûne di lîstokande dide nîşandan. Bi perwerdê hewiltêdayîn ji bo ku zarok wê derbas bikin. Ji bo wê jî ji bo zarokan ji aliyê TEV-DA yê ve perwerde hatiye vekirin.
Jinên Êzidî: Em êdî şiyar bûn
Di şeran de tayîbetî jin dibin hedefa êrîşên deshilatdaran. Ji bo wê jî di kampê de dê jin di aliyê fîzîkî û derunî de çawan bikarin xwe biparêzin hîn dibin. Ji bo hînbûna çekan jinên Şengalê serlêdan dikin. Ev jî nîşan dide ku ew naxwazin carekdin qirkirinên demboriyê bijîn. Jin bi dîtina perwerda parastina cewherî hem dixwazin xwe biparêzin û hem jî tola yên hatine qitilkirin hilînin. Jinên Êzidi yên ku di kampê de dijîn dibêjin: "Em êdî şiyar bûn. Emê bi parastina cewherî li her derê bi her awayî li ber xwe bidin." Berxwedana jinên li Şengal û Rojava li hember çeteyên DAIŞ'ê dikirin di nava civaka Êzidiyan de nêrîna heyî da guhertin. Jinên Êzidî êdî xwe di hindirê malan de nadin girtin, dê li her navendên jiyanê xwe bi rêxistin bikin.
Bi çar destan jiyan girtine
Nêrîna Şengaliyê li Kampa Newroz di her navêndên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin a li jiyanê jî hatiye guhertin. Li gel ku di 73 fermanan re derbasbûne, koçber bûne jî lê dest ji çand û baweriya xwe bernedane û ji moralê xwe tiştek winda nekirine. Li gelek deverên Rojhilata Navîn û Ewrupa belavbûne, lê li her derê çand û baweriya xwe didin jiyan kirin. Serê sibê hîna roj derneketî şiyar dibin û bi derketina rojê re îbadet dikin. Niha li kî devera cîhanê bin heman îbadetê xwe dikin.
(zt)