Huda Kaya: Di cejnê de jî dewletê dest bi rijandina xwînê kir
12:58
JINHA
ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya balkişand ser bûyerên li Elkeya Şirnexê pêkhatin û diyar kir ku di cejnê de jî dewletê rijandina xwînê berdewam kir. Huda bang li peyîwirdarên dewletê kir û got: "Roja cejnê û piştî wê pêdiviyên mirovbûnê bînin cîh."
Bi boneya Cejna Qurbanê PKK'ê agirbest îlan kirine, hêzên dewletê li Elkeya Şirnexê ser gelê sivîl qirkirin pêkanîn. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya qirkirinên ser gelê sivîl tên kirin şermezarkir û da zanîn ku bi rêya medyayê dixwazin hişmendiyek a jehrî bidin çêkirin û wiha domand: "Di van rojên pîroz ên ku aliyê PKK'ê banga agirbestê kirî de jî hîna mediyaya heyî rastiyan diveşêre û bi awayê 'rêxistin rijandina xwînê berdewam dike' nûçeyên derew didin."
'Hêzên dewletê ajokarê ambolansê qetilkir'
Huda bilêv kir ku medyaya nêzî deshilatiyê rastiyan berevajî dike û wiha berdewam kir: "Me ev di bûyerên Cizîrê de jî dît. Hêzên dewletê abolansa ku ji bo girtina birîndaran diçu Elkê gulebaran kirin û ajokarê wê qetilkirin. Ev bûyer li navçeya navendê hat jiyîn. Lê di medyaya xwe de li hemberî gel gotinên weke 'Rêxistinê ambulans gulebaran kir, di roja cejnê de jî rijandina xwînê berdewam kir' bikar tînin. Hîna êrîşkirinê berdwam dike."
'Yên van derewan dikin dê hesab bidin'
Huda wiha berdewam kir: "Ji her tiştên ku deshilatî dibêjin bawer nekin. Divê mirov her tiştî bipirsin. Yên dengê wijdana xwe dibihîsin, yên hişê xwe dixebitînin û her tiştî dipirsin dê teqez rasatiyan hîn bibin. Em mirovên bawermendin. Bila yên hebûna axretê dizanin, bifikirin ku tenê hesabê kirinên wan dê ne li vê cîhanê bê pirsîn. Bila deshilatî û hevkarên wan bizanin dê di axiretê de jî hesabê bidin. Yên dibin aletên derewan û hevalbendên zaliman dê hem li vê cîhanê û hem li dinyaya dinê hesabên herî mezin bidin."
'Dê teqez roja rastiyê derkeve'
Huda bilêv kir ku divê berpirsên dewletê hem ji demboriyê û hem jî ji roja îro dersê derxînin û wiha dom kir: "Bila yên rastî nêzî gelan nabin, bêmafiyê li gelan dikin, wan weke dijminên xwe dizanin û rastiyan berevajî dikin li dîrokê vegerin û binêrin. Ticarî rastî nehatine veşartin. Teqez dê dawî li vê zilm û bêmafiyê bê. Dê dawî li vê zilmê bê û hesabê van kirinan bidin."
'Agir li destên ji bo aştiyê dirêj dibin nekin'
Huda destnîşan kir ku dê ticarî rastî neyên veşartin û wiha pêde çu: "Roja cejnê û piştî wê hînî mirovbûnê bibin. Agir li destên ji bo aştiyê, azadî, vîna baweriyê jiyan kirinê ji nava civaka aştî xwaz dirêjî we dibin nekin. Bersivê bidin vê bangê. Dema ku hun vê nekin ev gel dê ji xwe zu yan derneg bersiva pêwîst bide we."
(zt)