Jinên xebatkarên çapemeniya azad: Hun çî dikin bikin em li peyî şopa heqîqetê ne

09:04

Eda Narin-Sibel Ozalp/JINHA

STENBOL - Edîtora Rojnama Ozgur Gundemê Gunay Aksoy êrîşên ser avahiya çapemeniya azad nirxand û got: "Em şopdarên Apê Musa nin. Çî dibe bila bibe emê dest ji şopa heqîqetê bernedin."

Ji 24'ê Tîrmehê dema êrîşên balefirên şer ên tirkan ser Herêmên Parastina Medyayê despêkirin heya niha êrîşên ser Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê berdewam dikin û ser hev tê girtin. DÎHA li gel 21 caran hatî girtin jî cardin bi duruşma "Ji rastiyan tu demê tawîz nayê dayîn" berdewam dike. Du roj berê ser navenda DÎHA yê ya Amedê de girtin weke îşkalê her der nav hev xistin. Li ser Azadiya Welat, Kurdî-Der û Weşanên Aramê yên di heman avahiyê de cîh digirin de jî girtin û bi bêmafî lêgerîn kirin. Lêgera polîsan 3-4 saetan berdewam kir. Ji ber pertekên zêde polîsan dest ji lêgerê berdan û 32 rojnameger binçav kirin.

Di çapemeniya azad de ji demboriyê heya niha beşek mezin ser milê jinan berdwam kiriye. Di Tirkiyê de yekem jina Gernendeya Weşanê bi Gurbertelli Ersoz despêkiriye û heya niha bi vê kevneşopiyê bedelên mezin hatine dayîn. Me ji jinên xebatkarên çapemeniya azad a ku her roj bi tindî û girtinan êrîş ser berdewam dikin pirsa "Çima hun evqas hedefin?" pirsî.

'Di tindiyan de herî zêde ajansa me paya xwe girt'

Editora DÎHA yê Pinar Ural diyar kir ku weke çapemeniya azad ew ji van cureyên êrîşan ne xerîbin û wiha domand: "Di deshilatiyên berê de jî her tim ji bo ku rastî negihe nava civakê êrîşî çapemeniyê kirine. Di roja me de jî Serokomar Erdogan û hikumeta AKP'ê di konsepta şerê dane despêkirin de despêkê çapemeniya azad hedef digirin. Bi tayîbetî ji bo ku rastî negihin civakê 21 carin ajansa me digirin. Dixwazin dengê me kêm bikin. Lê li gel hemû tindiyan jî em li peyî rastiyan û heqîqetê dibezin."

'Em berdewama kevneşopiyek bihêzin'

Pinar destnîşan kir ku li gel hemû tindiyan jî ew hewildidin rastiyan bigihînin civakê û wiha berdewam kir: "Bi nêzbûna hilbijartinan re şer hîn zêdetir gur dikin. Li gel van hemû polîtîkayan ajansa me hedef digirin. Li gel ajansa me ser saziyên dinê de jî digirin. Bila vê baş bizanin; ew çiqasî sermede bên emê zêdetir li peyî şopa heqîqetê bigerin. Bila li bendê nebin ku li hember qirkirinên nava civakê, înfazên kolanan û qetilkirina zarokê 35 rojî emê bêdeng bimînin. Bila qet li bendê nebin ku emê rastiyan veşartî bihêlin. Ji ber ku em bi kevneşopiyek kur a Apê Musa tên. Çî dibe bila bibe emê li peyî şopa rastiyan û heqîqetê bibezin. Bila ew jî me wiha bizanin."

'Tindî salên 90'an derbaskiriye'

Edîtora Rojnama Ozgur Gundemê Gunay Aksoy jî anî ziman ku polîsan çek dane serê rojnamegerên rastiyan digihînin civakê û binçav kirine û wiha got: "Di rastiyê de ev ne rewşek şaşwaziyê ye, ji ber ji dema AKP û Serokomar şerê sarayê dane despêkirin tindiyên ser çapemeniya azad jî gelek zêdebûne. Dîtin nikarin çapemeniya azad bi girtin û astengiyan bêdeng bikin, niha jî dest bi operasonan kirin. Dê şêwirmendî mezin bibe. Kes nikare çapemeniya azad asteng bike. Kes nikare pêşiya hepîşeyên me yên ku rastiyan dinivîsin û xêzdikin bigirin. Ev pêleke û dê hîna fereh bibe."

(zt)