Dibin dorpêça polîsan de li Surê biriyara rakirina sindoqan

15:33

JINHA

AMED - Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Sura Amedê, li ser serlêdana Qeymeqamiyê biryara li 9 taxên navçeya Surê li 6 dibistanan bi hincentên "ewlehiyê" dindoq nayên danîn da.

Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Sura Amedê, li ser serlêdana Qeymeqamiyê biryar da ku li hin herêmên navçeya Sûrê, ji ber hinceta 'ewlekariyê' wê sindoq neyên danîn. Serokatiyê 57 sindoqên li taxên Cemal Yilmaz, Suleyman Nazîf, Alî Paşa, Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîh Paşa, Savaş, Hasirli û Îskender Paşa, li dibistana navîn a Îmam Hatîp a Alparslan, dibistana seretayî ya Ziya Gokalp, lîseya Melîk Ahmet û dibistana navîn a Tevfîk Fîkret ên li taxên cuda yên navçeyê werin danîn.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Surê jî ragihand ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin.

(zt)