Jinên Kobanê xwe fêrî parastinê dikin
11:41
JINHA
KOBANÊ - Jinên Kobanê bi armanca parastina bajêr û ewlehiya wê perwerdeyê parastina cehwerî dibînin.
Jinên taxên bajarê Kobanê piştî ku rêzecivînên pênasekirina girîngiya parastina cewherî dîtin, dest bi perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan kirin. Li taxên Şehîd Serhet û Şehîd Yehya jin eleqeyek mezin li hember perwerdê nîşan da. Jinên ji taxa Şehîd Serhet a bajarê Kobanê di 19’ê Îlonê de dest bi perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan kirin. Dewreya bi navê Şehîd Fatîma Simo a ku di komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da hat kirin. Bi beşdariya 50 jin dewre du roj hat dayîn û jin derbasî ser erkê xwe bûn. Jinên ku cihê xwe di dewra Şehîd Fatîma Simo de girtin wê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de birêxistin bikin û erka ewlehiya taxê hildin ser milê xwe.
Her wiha li Taxa Şehîd Yehya jî jin dest bi pewerdeyek bi vî aweyî kirin. Dewreya ku bi navê Şehîd Slava Mustafa a ku di heman komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest daye hat dayîn û 25 jin beşdar bûn. Jinên ku eleqeyek mezin nîşanî perwerdê didin, amedekariya parastina taxên xwe bi coşek mezin dikin.
Ev hemleya perwerdê a ku hatî despêkirin, heya tevahî jinên bajar û gundê Kobanê bibîne dê berdewam bike. Derbarê armanca perwerdeya ku tê dayîn de Endama Hêzên Parastina Civakî a Taxa Şehîd Yehya Şêrîvan Miho agahî da. Şêrîvan diyar kir ku armanca vê perwerdê birêxistinkirin û aktîfkirina jinan di nava civakê de ye û wiha got: "Piştî ku em fêrî vekirin, girtin û bikaranîna çekan bûn, em ê êdî ekîbên xwe ava bikin û dest bi parastina taxa xwe bikin. Li hember rewşên awerte emê bajarên xwe biparêzin."
Şêrîvan da zanîn ku divê hemû jin peywira parastinê hilde ser milê xwe û wiha domkir: "Divê em şehîdên Komkujiya Kobanê hertim bibîr bînin da ku em hêzê ji nirxên wan bigrin û erka xwe ê parastinê pêk bînin. Jinên ku beşdarî perwerdê bûne bi coşek mezin û meraq tevdigerin. Di dilê wan de xwesteka parastina welat heye."
Welatiya 58 salî Ayşe Ebdî dibêje: “Ez tevlî perwerdeyê bûm, ez pir dixwazin çekê rakim û taxa xwe biprêzim. Parastin peywira her kesî ye, tenê ji ciwanan nayê xwestin.” Ayşe diyar kir ku ew tevî temenê xwe yê mezin soz dide hemû ‘şehîdan’ ku li gorî hêza xwe heta dawiyê parastina xwe bike.
(rc)