Akademisyen: Emê li gel çapemeniya ku xwestin bêdeng bikin bin
12:27
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Perwerdêrên Fakulteya Gihandinê ya Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Ulku Doganay û Prof. Dr. Gulseren Adakli diyar kirin ku deshilatî dixwaze dengên muxalîf biqedînin, ji bo ev deng neyên qedandin divê çî ji destê kê tê bikin.
Li hemberî serdegirtina DÎHA, Azadiya Welat, Weşana Aramê û KURDÎ-DER'ê di navê de rojnameger jî heyî binçavkirina 32 kesan bertekek jî ji Fakulteya Gihandinê ya Zanîngeha Enqerê hat. Perwerdêra Fakulteya Gihandinê ya Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Ulku Doganay diyar kir ku astengiyên ser çapemeniyê ne cara yekeme tê kirin, her dem hewildidin azadiya ramanê asteng bikin û got: "Em heya dawiyê tindiya ser DÎHA yê û girtina rojnamegeran dibînin. Di cewherê van kirinan de otorîteya rejîma deshilat heye."
'Dixwaze dengê muxalîfan nehêle'
Ulku da zanîn ku bi sînorkirina çapemeniyê re mafê welatiyan ê gihandinê jî kêm dike û wiha domand: "Dema ku hewldidin dengê muxalîf kêm bikin bi wê re mafê welatiyan ê gihandinê jî asteng dike. Em nikarin du av li pêşiya xwe bibînin çî dibe dema ku ew deng tên kêmkirin. Divê di derbarê tiştên tên jiyîn de em nêrînên cuda jî bizanin. Deshilatî ji bo di van kirinan de xwe mafdar derxe gelek hincetan nîşan dide. Li vêderê pirsgirêka bingehîn a wan bi çavên cuda dîtina derdorê ye. Dixwazin her tiştî têxin bin bandora xwe."
'Dema ku çapemenî û azadiya romanê bê ikêmkirin mafên dinê jî tên kêm kirin'
Ulku di derbarê azadiya çapemeniyê de jî wiha got: "Dibe ku hikumet hemû organên çapemeniyê yên ne dibin bandora wan dene bigirin. Ev rojîma otorîtere. Ger otorîteyek li gel hemû kêmaniyên xwe jî ji xwe re demokratîk dibêje wê demê demokrasî bi cewherê xwe re dikeve nakokiyan. Dema ku çapemenî û azadiya ramanê kêm kir, ji xwe azadiyên dinê jî kêm dibe."
'Kevneşopiyek a çapemeniya azad a ne terikandinê heye'
Prof. Dr. Gulseren Adakli jî diyar kir ku bi salane çapemeniya azad li gel hemû tind, şidet û sansuran berdewam dike û wiha got: "Bi hêza hevgirtina gel li hemberî medyaya deshilatdar weke alternatîf xwe berdewam kiriye. Di salên 1992-93'an de 37 xebatkarên çapemeniyê qetilkirin, gihandin asteng kirin, avahiya wan bomba kirin, bi dehan caran weşana wan dan girtin. Rojnama Ozgur Gundem û hemû çapemeniya azad ji wê demê heya niha gav paşde ne avêtiye. Ev kevneşopiyake ya çapemeniya azade."
'Ji bo ev deng neyê qedandin çî ji destê me bê emê bikin'
Gulseren wiha berdewam kir: "Bêyî ku tu sedeman nîşan bidin 32 rojnameger girtin binçavan. 21 caran weşana DÎHA yê girtin. Divê her kesên alîgirê aştî û azadiyê ji bo hêzkirina vî dengî çî ji destê wan tên bikin."
(zt)