Polîsan li Şirnexê 2 kes qetil kirin

13:30

JINHA

ŞIRNEX - Polîsan li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê welatiyê bi navê Abdulhamît Înal û welatiyê bi navê Erdal ê ku paşnavê wî nehat zanîn birîndar kirin û piştî welatî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan.

Serê sibê polîsan taxa Yeşîlyurt a Şirnexê dorpêç kirin û piştre êrîşê gel kirin. Polîsên ku piştî dorpêçê taxê, rastgele gule berdan welatiyên bi navê Abdulhamît Înal û Erdal bi giranî birîndar kirin. Hat diyar kirin ku piştî welatî Abdulhamît Înal û Erdal ê ku paşnavê wî hîn ne hatî zelal kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan.

Sekvanên ku li taxê hatine bi cih kirin hîna li şûna xwe ne û li tax û bajar êrîş û rageşî berdewam dike.

(rc)