'Bi bê dadî nirxên civakî bombebaran dikin'

14:48

JINHA

COLEMÊRG - Şaxa Komeleya mafê mirovan a Colemêrgê (İHD) der barê êrişa ser goristanên gerilayan û operasonên qirkirina siyasî de ÎHD'a Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê ÎHD'a Colemêrgê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku bi bêmafî êrîşî nirxên civakî dikin, goristan û mizgeftan gulebaran dikin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê (İHD) derbarê binçavkirin û bomberan kirina goristanên gerilayan de daaxuyani da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya İHD'ê pêk hat bi tevlibuna hevserokê İHD a Colemêrgê İsmail Akbulut û Endamên İHD daxuyani hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê İHD'a Colemêrgê İsmail Akbulut hat xwendin. Îsmaîl balhatkişana ser binçavkirinan û bombebaran kirina goristanên gerilayan û wiha got; "Goristanên gerilayan bi bê dadî tên bombebaran kirin. Ev ne tiştek wijdaniye goristan ji bo me û ciwakê pirozin. Di nava konsepta şerê AKP'ê daytî despêkirin de goristan, îbadetxane û hemû nirxên pîroz tên bombebaran kirin û şewitandin. Bila hikumet bizane bi êrişkirina nirxên ciwakê serkeftin nayê bidestxistin. Em li hemberi vê yekê ne, em vê yekê qebul nakin bila niha bombebaran kirina goristinan bê rawestandin."

(zyd/zt)