'Niha dema aliyê Tirkiyê xistina tevgerê ye'

09:40

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Jibo şahidîkirina bûyerên li Cizîrê qewimîne Prof. Dr. Buket Turkmen diyar kir ku wan ji vîna jinên kurd nîşandayî hêz girtine û wiha gotin: "Di jiyana xwe de cara yekeme ez hêzek wiha mezin dibînim. Ez bawer dikim ku hêza wê dayîka zaroka xwe windakirî derbasî min bûye. Niha dema wê hêzê derbazî bajarên Tirkiyê kirinê ye."

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê AKP'ê konsepta şer da despêkirin. Di nava polîtîkaya xwe ya berdewam kirina şer de êrîşî Cizîrê kir. Di êrîşan de weke ku tolê hilde wiha bajarê Cizîrê xira dikir, piranî jin û zarok 21 kes qetilkirin. Ji bo di cihê bûyerê de lêkolînkirina bûyerê, şahidîkirina zilma li ser gelê herêmê hatî meşandin ji Perwerdevanên Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Buket Turkmen tiştên li wê dîtine û li hemberî wan bûyeran bi nêzbûna hilbijartinê re bêdengiya aliyê Tirkiyê nirxand. Buket da zanîn ku sedema hatina wê ji bo şahidîkirina wan bûyerên hatîn jiyîn û hembêzkirina gelê herêmê ye û wiha domand: "Min malên bi guleyan qul qulî bûyîn, hatîn topbarankirin, xirakirin û şewitandin dîtin. Tiştên min dîtin erjeng bûn. Li hemberî wê tabloya erjeng bê guman kêmbûn û zêdebûna mirinê nîne, lê mirov şaş dimîne di nava wî xerabeyî de 21 kesan jiyana xwe jidest dane. Li hemberî wê tabloya erjeng kêm mirovan jiyana xwe jidestdanê berxwedan û rêxistinbûna wî gelî nîşanî me da, ji xwe bi ti awayên dinê nedibû."

'Ev çuyîn ne tenê ji bo gelê kurd bû hinek jî ji bo me bû'

Buket bilêv kir ku çuna wan a Cizîrê ne tenê ji bo şêwirmendiya bi jinên li wê mexdur bûne ye, di heman demê de erk û berpirsiyariyek miroviye çuna wê û wiha berdewam kir: "Ev tenê ne ji bo kurdan hinek jî ji bo me bi xwe bû. Dibe ku hinek ji bo rehetiya wijdanî be, dibe ku hinek jî ji jinên li wê hêzgirtinê be. Di konê şînê de ez rastî dayîka zaroka xwe ya 35 rojî windakirî hatim. Ew bi kurdî dipeyîvî, min kurdî ne dizanî, wêneyê di destê xwe de nîşanî min da, min bi îşaretan pirsî ew wêneyê zaroka wê ye yan na bersiva 'belê' da. Ew rondikên çavan ên ku heya wê demê me hêlabû hemû hatin xwarê, êdî min dest bi girî kir. Dayîka ku zaroka xwe winda kirî hat em himbêzkirin û ber dilê me geriya. Di jiyana xwe de cara yekeme ez hêzek wiha dibînim. Ez difikirim ku hêza wê dayîka zaroka xwe windakirî derbasî min bûye. Birastî jî me ji wan jinan hêz girt û dem dema vê hêzê dayîna aliyê Tirkiyê ye."

'Hilbijartin dubareyek vala ye'

Buket destnîşan kir ku hîna li gel vê hemû zilmê jî AKP difikire dê li gorî daxwaza xwe parlementeran derxîne û wiha dom kir: "Li aliyê Kurdistanê ji xwe piştî vê zilmê êdî bila ne li benda denganbe. Li aliyê Tirkiyê jî dê guherîn pir çênebe, ji derveyî hinek kesîmên nijadperest. Dema ku mirov di vê xalê de jî dinêre êdî dibîne ku pirsgirêk ne tenê ya aliyê Kurdistanêye zêdetir êdî bûye pirsgirêka aliyê Tirkiyê."

'Zilma ku dikin ji aliyê Tirkiyê re nahatiye vegotin'

Buket anî ziman ku li gel ku aliyê Tirkiyê ji berxwedana Geziyê re şahidî kirine jî lê ji bo Cizîrê bi qasî tê xwestin deng bilind nekirine û ev jî kêmaniya xwe weke aliyên berxwedêr dibîne û wiha pêde çu: "Me aliyê Tirkiyê ji tiştên li aliyê Kurdistanê çêdibin re çav û guhê xwe girtine. Li aliyê Tirkiyê mirovnikare bi zilma li aliyê Kurdistanê tê kirin re bîne berhev, lê me jî berxwedana Geziyê jiyan kir. Diyare ku ev mirov ne gelek bê baldarîne. Wêdemê pirsgirêk ji meye. Em baş bi mirovan nadin têgihandin, tenê bi awayê siloganwarî diçin. Em neçarin van bûyeran ji aliyê Tirkiyê re vebêjin. Ji ber ev êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan û Kurdistanêye. Zilma ku îro tê kirin dê rojekê me hemûyan bigire nava xwe. Emê jî neçarî berxwedanê bibin. Piştî ku çum Cizîrê êdî ez xwe baştir bihêz hîs dikim. Li gel vê hemû zilmê jî min gelke berxwedêr ê rêxistinkirî dît."

Buket bilêvkir ku ji bo xistina tevgerê ya gelê aliyê Tirkiyê wan hevdîtinên cuda kirine, proje pêşxistine û dê beriya hilbijartinan festîfalek a aştiyê lidarbixin.

(zt)