Em vêcarê jî êşên Êzidiyan ji Gozê guhdar bikin
11:57
Jînda Asmen -Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Êzidiyên ku ji ber hovîtî û qirkirina çeteyan berê xwe dane çiya, li beramberî hemû şertên zehmet di çiya de têkoşîna jiyanê didin. Vegotina êşên jiyanê ya Gozê a ku ji ber êrîşa çeteyan reviya û di rê de zayîn kiriye, êşên hemû gelê Êzidî radixe ber çavan.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bi armanca qirkirina gelê Êzidî êrîş biribû ser axa Şengalê. 3'ê Tebaxê weke roja qirkirinê di bîra mirovan de avakir. Ew roj ji bo tevahî Êzidî jiyan rawestî bû. Di saetên nîvê şevê de li gundê Girzerk, Siba Şêx û Xidir qatlîam despêkiribû. Êzidiyên ku li hewirdora gund jiyan dikirin hêviya xwe ji pêşmergeyên ku wan bê parastin hêştine wenda kiribûn û bi xwe dest bi parastina xwe kiribûn. Gozê Îsmaîl şahîdê hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yê wê şevê bû û buyerên ku jiyan kirine vegot.
'Dema ku çete êrîş kirin me berê xwe da çiya'
Gozê diyar kir ku şeva ku êrîş pêk hatiye mêrê gund parastin dikirin, jin û zarok jî ber bi çiya ve direviyan. Gozê da zanîn ku ew tevî 6 zarok, bûk û xizmên xwe berê xwe dane çiya, hevser û kurê wê a mezin jî parastina gund kirine. Gozê anî ziman ku ew wê demê 9 meh ducanî bû û wiha got: "Ez wê demê 9 mehan ducanî bûm, hevjîna kurê min jî 5 mehî ducanî bû. Dayîka min jî li ba mebû, ji xwe 6 zarok li dora min bûn. Bi wî rewşî em çûn mala xizmên xwe yên gundê Gudalê. Saet dora 2'an de şer gerim bibû. Dema ku guleyê mêrên gund qediyan ew jî neçar man ku vekşin. Ji xwe gelek ji wan çete ew qetilkiribûn. Hevser û kurê min bi zorê xwe gihandin me."
'Piştî zayîna min em ketin rê'
Gozê wiha domkir: "Gel piranî li gundê Cudalê hatibûn ba hev. Cihek tune bû ku em biçinê. Ji bo ku em bikevin ewlehiyê em çûn jorê gund. Li wir sanciyê min giran bû. Axirek kevin û hilweşiyayî hebû li wir, ez derbasî wir bûm. Dayîka min a pîr li ba min bû ew alîkarî da min. Dayîka min ne gelek bi tecrûbe bû lê piştî zarok çêbû, navikê zarok jêkir û bi tayekî girêda. Li ser zayîna min du saet hîna ne burî bû, gotin çete berê xwe didin me. Ez neçar mam bi wî rewşa xwe rabim û rêvebiçim. Tiştk li ba me tune bû, min zarokê xwe di nava cilên xwe de pêçabû. Kurê min Ferhan jî ji ber biçûk bû nedikarî rêvebiçe, ez neçar mam min wî jî bidim pişta xwe. Hevserê min dayîka min hildabû, kurê min jî alîkarî dida hevsera xwe û wiha em rêvediçûn."
'Eger HPG û YPG tunebana em ê rizgar nebana'
Gozê da zanîn ku ew bê navber rêveçûne û wiha got: "Ji ber êş û zehmetiyê rê min digot bila xwedê canê min bistîne. Lê cardin xwedê alîkarî da û me hemûyan rizgar kir. Eger hêzên HPG û YPG'ê nebana yek ji me bi saxî rizgar nedibû. Piştî hefteyek em gihêştin serê çiyê. Ne xwarin hebû em bidin zarokan ne jî cil hebû em li xwebikin. Av tune bû, dema ku şûşeyek av tanîn jî me hindik hindik dida zarokan ku têra wan bike."
'Şansê Şervan dervî ku bibe têkoşer nîne'
Gozê diyar kir ku zarokê wê gelek digriya û wiha pêde çû: "Di serî de me ferq nekir ku qulê îdrarê a kurê min nîne. Di wê şert û mercê de me nedizanî ku em çi bikin. Hindik ma zarok bimre, ez neçar mam bi derziyê qulê vekim. Hêviyek bû ku bijî, ji xwe ji ber min xwarin nedixwar şîr jî nînbû. Cîranê me tûrek şîr bi xware anîbûn min wî şîrî dida zarokê xwe. Piştî em gihêştin jor heval me pêşwazî kirin. Hevalek bijîşk hebû got 'we navê wî kiriye çi' me jî got me nav lênekiriye. Ew jî got 'bila navê wî Şervan bê'. Ji xwe di nava şer de hat dinê, şansê wî dervî ku bibe şervan jî nîne. Înşalah bibe şervanê ku gelê xwe biparêze. Piştî ku heval korîdora alîkariyê vekir gelek kes ji vir çûn. Me jî bi zexire û cilên ku li şûna xwe hêştine debara xwe kir."
'Ger ku Alî jiyan kiriba wê tu êş pişta min xwar nekiriba'
Gozê anî ziman ku piştî çete çiya dorpêç kirine ew bê zexîre mane û wiha got: "Êdî pariyek nanê me nemabû em bixwin. Kurê min ê mezin Alî got ez ê biçim ji gundê nêz zexîre peyda bikim. Tevî apê xwe çûn gundê Ereban, li wir Ereb gule reşandin wan. Apê wî karî xwe xilas bike lê Alî şehît ket. Alî hîna 21 salîbû hevjîna wî jî 17 saliye. Ji hev gelek hezdikirin. Ewqas êş pişta min xwar nekir lê êşê Alî nayê kişandin. Hemû êş dibore lê êşê ewlad nabore. Bila deh car malê min hatiba hilweşandin lê tiştek bi kurê min ne hatiba."
'Eger mirinek hebe bila li ser axê me be'
Gozê got: "Piştî vebûna korîdorê alîkarî û zexîre hat, zarok êdî rengê şekir ji bîr kiribûn. Gelek welatiyên Êzidî berê xwe dan Başûr. Hevserê min got 'piştî ewqas êş me kişand, em bimrin jî emê dev ji axê xwe bernedin'. Em ji çiya qet derneketin. Eger mirinek hebe bila li ser axê me be."
(rc)