Li Nisêbînê polîsan zarokê astengdar birîndar kir
12:46
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê dorpêçkirina polîsan berdewam dike û di gulebarankirina Taxa Firatê de zarokê astengdarê çav û mejî di gulebaranê de birîndarbû.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku piştî îlankirina qedexekirina derketina kolanan polîsan ji êvarê ve heta niha ku êrîş kirin û dixwazin bikevin taxan rastî parastina cewherî ya gel tê. Li Taxa Firatê ku polîsên nikarin bikevin taxê rasterast gulebaran dike. Di gulebaranê de hat gotin zarokekî bi navê Mehmet Ermez (16) ku astengdarê çav û mejiyê ye bi guleyên polîsan hat birîndar kirin. Ji ber rê girtîne dermankirina Mehmet di malekî de tê kirin. Hat ragihandin ku hemwelatiyek jî ji milên xwe bi sivikî birîndar e. Li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa ceyran hatine birîn û li hin taxan jî înternet û ceyran hatine birîn.
Li aliyê din ji duh êvarê ve ku polîs dixwaze bi maşîneyên zirxî bikevin Taxa Firatê rastî berxwedana bêhempa ya hemwelatiyan tê. Ji duh êvarê heya sibehê li taxa ku berxwedana gel didome, du teqînên mezin pêk hatine. Di serê sibehê de polîsên ku xwestin bi kepçeyê zirxî bikevin taxê di derbasbûnê de teqînek pêk hatiye û kepçeyek zirxî hatiye îmha kirin. Di teqînê de hat gotin kuştî û birîndariya polîsan heye.
Di serî de li taxên Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Kişlayê tevahiya navçeyê ji hêla bi dehan wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin, li hemberê vê jî berxwedana gel a bêhempa jî berdewam dike.
Parlementerên HDP'ê Alî Atalan, Gulseren Yildirim û rêveberên HDP û DBP'ê xwestin bikevin navçeyê lê ji aliyê polîs û leşkeran ve tên astengkirin.
(bg/zt)