Li Efrînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş
12:47
JINHA
EFRÎN - Xebatkarên Tevgera Çand û Hunerê yê navçeya Cindirêsê bi cil û bergên Kurdî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş lidar xist.
Endamên Tevgera Çand û Hunerê a navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bi durişmeya 'Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e' li ber navendê li hev civiyan. Çalakvan bi cil û bergên gelerî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, al û alavên mûzîkê reng dan çalakiya xwe. Çalakvanên ku li ber navenda xwe dest bi çalakî kirin bi meşa nava kolanan re berdewam kir. Endamên TEV-ÇAND'ê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li welatiyan belav kir û bi mûzîka xwe ê Kurdî balê welatiyên bajêr girtin ser xwe. Di meşê de Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Cindirêsê Henan Sîdo axaftin kir. Henan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yekem kesayeta ku gelê Kurd ber bi azadiyê ve biriye û yekem kesayeta ku riya parastin, çand, ehlaq û nirxên gelan avakiriye.
Piştî axaftinê meş li ser riya derketina bajarê Cindirêsê bi dawî bû.
(rc)