Mala Ermeniyan a 100 sal veguherî dibistanê

13:48

JINHA

QAMIŞLO - Li gundê Hîmo mala Ermeniyan a 100 sal veguherî dibistanê û zarokan bi alavên çandê ên ku ji kolanan berhevkirine dê li ser girîngiya çand û dîroka Kurdan rawestin.

Li gunê Hîmo ya Kantona Cizîrê malek Ermeniyan hat dîtin. Mala ku ji du odeyan pêk tê û hilweşiya ye veguherî dibistanê. Mal di sala 1914'an de ji aliyê welatiyek Ermenî ve hatiye avakirin. Mala ku temena wê sed sale, ji bo ku veguhere dibistanê dan mamoste Şêrîn Mihemed û Fîxan Hîmo. Dibistana ku di sala 2012'an de hat vekirin ji bo zarokên gund û hewirdor bû hêlîna hînbûna zimanê dayîkê. Li dibistanê wane bi aweyek fermî tên dîtin.

Li gel perwerdê dê nirxên dîrokî were nasandin

Li gel perwerdeya zimanê dayîkê tiştê ku herî zêde li dibistanê balê mirov dikêşe, ew e ku mamosteyan alav û berhemên hunerî ên otantîk ji gund û derdor berhev kirine. Ji mamosteyan Fîxan Hîmo diyar kir ku ew alavên dîrokî û çandî ji kolanan berhev kirine û wiha domkir: "Piştî ku alav û amûrên nû derketine, alavên çandî û dîrokî avêtine çopê. Armanca berhevkirina amur û alavên dîrokî hem em li dibistanê perwerdeya ziman bidin zarokan hem jî em dixwazin nirx û çanda dîrokê bi zarokan bidin nasandin."

Alavên ku hatine berhevkirin, halet ku bi riya hespan zevê pê dihatin cotkirin, delave ango cihê ku pez lê dihat êmkirin, destar û hwd. amûrên ku ji aliyê welatiyên herêmê ve hatine bikaranîn û niha nayên peyda kirin.

(rc)