Li Farqînê 3 kesan jiyana xwe jidest dan, gel li hember qirkirinê dimeşin

14:06

JINHA

AMED - Li Farqînê 3 kes hatin qetilkirin. Bi pêşengiya jinan gel hemberî êrîşan dest bi meşê kirin. Li hemberî qirkirinên li navçeyê berdewam dikin DBP berbi Farqînê ve derketin rê.

Piştî Waliyê Amedê li navçeya Farqînê ya Amedê biryara qedexekirina kolanan da polîs û leşkeran dest bi êrîşan kir û hate zanîn ku 3 kesan jiyana xwe jidest dan. Li taxa Tekelê jina ji ber topbarana tankê birîndarbû jiyana xwe jidest da. Welatiyên dixwazin li hewara birîndaran biçin sekvan wan gulebaran dikin.

Dîsa li taxa Tekelê zaroka keç a 17 sali ya binavê Deniz jiyana xwe ji dest daye û cenaze wê rakirinê mizgefta Tekelê. Li gorî agahiyan li taxên Tekel, Qonax û Mescît êrîş zêdene 7 welatî birîndarin.

Li gorî agahiyên ji welatiyên taxa Qonaxê hatîn girtin 6 birîndar li ber Mizgefta Hz. Omere. welatiyên xwestin biçin alikariya birîndaran ji aliyê polîs û leşkeran ve tên gule barankirin.

Dîsa heyeta ku di nav de Hevşaredar jî heyî ji bo birîndaran bigirin çûn taxa Konakê. Lê polîsan destûr neda heyet derbasî taxê bibe û birîndaran bigirin. Polîs û leşkerên hewildan bikevin taxê rastî berxwedana gel hatin. Vêcarê jî bi hewanan êrîşî taxan dikin. Di encama topbaranê de di avahiya KURDÎ-DER'ê ya li ser Kolana Azîzoglu û gelek malan de şewat derket.

Bi pêşengiya jinan gel hemberî êrîşan dest bi meşê kirin. Polîsan gel asteng kirin û gel ji bo têketina navçê de xwe bigîne parlementer û heyete bertek nîşan didin.

DBP ji bo qetlîamê biseknîne derkete rê. DBP daxuyanî da û got ku ji bo pêvçûnên li Farqînê bidin seknandin je ber avahiya DBP'ê bi komvoy biçin Farqînê.

(ha/zt)