Hediye Yûsuf: Çapemeniya Azad li Rojava rolek mezin lîstiye

14:53

JINHA

QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf diyar kir ku raghandina azad amûra gihandina rastiyê ye.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf di 2. Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li Qamişlo despêkiriye axivî. Hediye Yusuf got ku lidarxistina vê kongreyê serkeftinek ji serkeftinên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û rastiya mirovahiyê di riya raghandina dîtbarî, bihîstwarî û nivîskî derdikeve holê.

Hediye Yusuf behsa girîngiya raghandinê kir û wiha got: "Raghandin amûra ku dikare rastiyê bigihîne raya gişiti ye. Dikare dengê kesên di bin zilmê de ne bighîne cîhanê û daxwaza mafên wan bike. Hêzên desthilatdar, desthilatiya xwe li ser ragihandinê ferz kirin û gelek rastî veşartin û nehiştin ku ew rastî bigihêjin civakê. Raghandina azad rûyê rast yê neteweyan derdixe holê û di çareserkirina kêmasiyan û pirsgirêkên civakê de roleke mezi dilîze."


Hediye Yusuf diyar kir ku ew di despêka şoreşê de girîngî dane raghandinê û bal kişand ser rola têkoşeran a di gihandina rastiyê de û wiha domkir: "Di oxira gihandina dengê rastiyê de gelek kesan jiyana xwe feda kir. Tevî hemû asteingiyên ku derketin jî raghandina azad karibû bibe dengê şoreşê."

Hediye Yusuf di axaftina xwe de ji bo rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jî ev tişt gotin: “Em weke Hevserokatiya kantonê keda hemû rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ji bo raghandina rastiyê û nasandina şoreşa Rojava, pîroz dibînin. Em ji wan dixwazin ku li hember hemû siyasetên Empiryalîst yên ku li dijî herêma me tên meşandin, hişyar bin. Ji ber hemû siyasetên ku li dijî me tên meşandin armanca wan ew e ku îrade û vîna me bişkînin. Her wêneyek, gotinek yan jî dîmenek ku tê weşandin dikare temsîla çanda Netewa Demokratîk û civaka demokratîk ya ku bi salan e ji bo azadiya xwe têdikoşe, bike.”

Hediye Yûsuf di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsyariya raghandina azad pir mezin û bi taybet jî di vê dema ku em têre derbas dibin û wiha domand: “ Em di vê pêvajoyê de bi şerekî raghandinê re rû bi rû ne. Ev şerê raghandinê hedef dike ku rastiya Netewa Demokratîk berovajî bike. Erka xebatkarê çapemenî û raghandinê li hember êrîşan hişyar bin û rastiyê bi têkoşîna xwe ji civakê re raghînin."

(rc)