Li Şirnexê 2 mirî 9 birîndar
14:55
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di dorpêça polîsan a ku duh dest pê kir de 2 kes hatin qetilkirin, yek jê giran 9 kes hatin birîndarkirin. Di encama dorpêça heta serê sibê berdewam kir de mal û wesayîtan zirarekî mezin dîtin.
Li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di encama dorpêça polîsan a ku duh serê sibehê dest pê kir de polîsan bi bombe û funyeyan ve xendekên ku gel ji bo ewlehiya xwe vekiribûn tax kirin xirabe. Li taxa ku bi dehan wesayîtan ve hate dorpêçkirin welatiyên bi navê Abdulhamît Înal (19) û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û tîmên taybet bi guleyanv e tax heta êvarê gulebaran kir. Li taxa ku gel bênavber berxwedana xwe berdewam kir yek jê giran 9 kes birîndar bûn. Ciwanê bi navê Nîhat Caner sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hate kirin. 8 welatiyên din jî hate hînbûn ku rewşa wan baş e û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên dermankirin.
Xetên ceryanê û boruyên avê zirar dîtin
Di êrîşê de xetên ceryanê yên li taxê hemû hatin texrîbkirin û ji duh serê sibehê heta niha ceryan nayê dayîn. Polîsan bi îdiaya di xendekan de teqemenî hene bi funyeyan ve ev der teqandin û ji ber vê yekê gelek dikan û wesayîtên welatiyan zirareke mezin dîtin. Ji ber teqandina funyeyan riya taxê jî zirareke mezin dît û xetên boruyên avê jî zirar dîtin. Ji ber guleyên ku tîmên taybet avêtin taxê gelek derî û pencereyên malan jî zirar dîtin. li taxê hatin û çûyîna wesayîtan jî hatine qedexekirin.
Êrîşî berxwedana gel dikin
Li aliyê din li dijî dorpêça polîsan welatiyên taxên Dîcle, Yenî Mahalle, Cumhuriyet û Bahçelîevlerê ku ji bo piştgiriya taxa Yeşîlyurtê daketin kolanan jî çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê ve êrîşî gel kir.
(ha/zt)