'Dê rojek stembar li hember zaliman bi serbikeve'
16:23
JINHA
STENBOL - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê bombebarandina balafir û helikopteran a li ser şehîdgehan, mizgeft û cemxaneyan şermezar kirin û gotin: "Di hemû pêvajoya xwe a li ser îqtîdarê zimanê olê bikar anî. Di oldariyê de mizgeft û cemxaneyan bombe kirin di oldarî û mirovahiyê de tuneye."
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê bi armanca şermezarkirina bombebarandina şehîdgeh, mizgeft û cemxaneyan li ber avahiya şaxê civînek çapemenî li dar xistin. Di civînê de Endama Dayîka Aştiyê Perihan Akbulut axivî. Perîhan got: "Bi salane dewlet me dikuje, bi vê yekê têr nebû vê carê şehîdgehên me bombebaran dike. Salên borî Şêx Saîd û Seyît Riza hatin kuştin lê mezelê wan nîne. Cenazeyê wan kude çû?." Perîhan her wiha behsa gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 'Kurd xweşk û birayên me ne' kir û wiha domkir: "Xweşik û birayên bi vî aweyî nabe. Li Kurdistanê te mal tar û mar kirin. Kenan Evren jî wiha nekir. Te ew jî derbas kir." Perîhan dest nîşan kir ku armanca konsepta şer tune kirina Kurdane û wiha pêde çû: "Gelê Kurd heye û dê hebûna xwe bidomîne."
'Hêrsa vî qesrî ji çire ye, çima ewqas hêrs?'
Perîhan destnîşan kir ku AKP'ê her dem zimanê oldariyê xebitandiye û wiha got: "Dibêje 'ez oldarim' lê şehîdgeh, mizgeft û cemxaneyan bombebaran dikin ev çi oldariye. Cihê vê yekê di oldarî û mirovahiyê de tuneye." Perîhan da zanîn ku dayîkên aştiyê piraniya wan zarokê xwe wenda kirine û wiha berdewam kir: "Malê me tar û mar bûn, em ji axê xwe man. Lê cardin me dev ji helwsta xwe yê aştiyê berneda. Ev gel vê yekê heq nake." Perîhan bal kişand ku ev şer ji bo berjiwandiya qesrê tê dayîn û got: "Hêrsa vî qesrî ji çire ye, çima ewqas hêrs? Dayîkên sivîl, gerîla û leşker li vî welatî dijîn."
'Dê rojek stembar li hember zaliman bi serbikeve'
Perîhan da zanîn ku Kurd bi salane li hember van polîtîkayan serê xwe ne tewandine û wiha pêde çû: "Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila zarokê tu kesî nemirin, siyaset bi vî aweyî nabe. Çima zarokê wekîlên AKP'ê namrin, ên dimrin zarokê feqîran e." Perîhan destnîşan kir ku ew yekîtiya gelan dixwazin û wiha got: "Ji bo aştiyê deriyek nema û em neçûn ber. Em çûn meclîsê me paşve vegerandin. Me serî li konsolosê da. Hûn ji zarokek 10 salî pirs bikin dê bêje aştî. Aştî bû durişmeya me."
Perîhan got ew naxwazin kes ji bo berjiwendiya qesrê bibe qurban û wiha dawî li gotina xwe anî: "Qesir sudê nade tu kesî. Bê guman rojek tûnê jî edeletê bibînê. Tu dibêjî Kurd birayên minin lê Kurdên çiyê dikî terorîst û Kurdên bajêr qetil dikî. Dê rojek stembar li hember zaliman bi serbikeve."
(rc)