Li Silêmaniyê jinek hat qetil kirin
10:21
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê di Parka Dayîk de jinek hat qetil kirin. Buyera ku duh pêk hatî hîna kiryarê wê diyar nebûye.
Li Parka Dayîk ya kolana Pîremêrd a bajarê Silêmaniyê jina bi navê Sînor şevê din hat qetil kirin. Jina ku rastî gulebaranê kesek ne diyar hatî piştî welatî ew rakirin nexweşxane ya bajêr jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku Sînora 21 salî li mala parastina jin a Silêmaniyê dima. Kujer piştî ku li parqê Sînor gulebaran kiriye, ji cihê bûyerê reviya ye, derbarê buyera qetilkirina Sînor de lêkolîn hat despêkirin. Hat raghandin ku hevserê Sînor yê berê ji aliyê polîsên Silêmaniyê hatî binçav kirin.
Rêxistin û saziyên jinan ji bo şermezarkirin û rohnîkirina bûyerê ketin nava liv û tevgerê. Tê payîn kirin ku li bajarê Silêmaniyê çalakiyên cur be cur bêne lidarxistin.
(rc)