Jinên Colemêrgê: Bi pêşengiya jinan berxwedan li her derê belav dibe
10:57
JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê berteknîşanî dorpêçên li gelek navend û navçeyên Bakurê Kurdistanê hatî despêkirin û dibin dorpêçan de qirkirinên tên kirin de axivîn. Jinan diyar kirin ku dê berxwedana bi pêşengiya jinan hatî despêkirin li hemberî hemû tindiyan biserkeve.
Di derbarê polîtîkaya şerê AKP'ê li hemberî gelê kurd dayî despêkirin û êrîşên ser sivîlan de jinên Colemêrgê nirdandin kirin. Tayî jî di derbarê dorpêça ku ev dev demek li ser navend û navçeyên Bakurê kurdistanê tên kirin û di bin wan dorpêçan de qirkirin tên kirin de Hevseroka Şaxa SES'a Colemêrgê Sibel Aysel Dinç axivi.
'Dê bi pêşengiya jinê berxwedan li her derê belav bibe'
Sibel Aysel destnîşan kir ku li ser gelên sivîl qirkirin berdewam dikin û wiha domand; "Ji ber ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê serketin bidestxist AKP'ê nekarî ji vê yekê re tehmul bike û li her deverê ser gelê sivîl şer da despêkirin. Di serî de bi qirkirina hevalên me yên Pirsusê dest bi şer kirin û hîna berdewam dikin. Li Kurdistanê qedexeya derketina kolanan xistine meriyetê ev sepandinek der qanûnî û der miroviye. Dibin wê dorpêçê de ser sivîlan qirkirinê dikin."
Sibel Aysel da zanîn ku li hember şerê hatî despêkirin aliyê berxwedana gel heye bi her awayî mezin dibe, ewê jî heya aşti û arami tê Tirkiyê li gel wê berxwedana gel bin û dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir; "Heya ku muzakere pêk neyên, aştî û arami tê li Tirkiyê em dest ji bilindkirina dengê aştiyê bernadin. Ji bo ku qirina me cîhan bibihîze berxwedana ku bi pêşengiya jinê hatiye despêkirin mezin bikin. Ji ber jinên li ber xwe didin dê li hemberî hemû êrîşan bi ser kevin."
Sibel bilêv kir ku ew bang li hemû jinan dikin têkevin nava berxwedanê, ji ber ku serketin tenê bi pêşengiya jinan gengaze.
'Di dîrokê de her dem li hemberî diktetoran gel serketine'
Dayîka Xanim Demir jî bertek nîşanî konsepta şerê hikumeta AKP'ê dayî despêkirin da û wiha axivi; "Bila hikumeta AKP'ê dest ji vî şeri berde. Ma Erdogan nizane ku deshilatdaran tu car qezen nekiriye her tim berxwedane gel serketiye. Saddam Huseyin çend mirov qetil kirin lê belê ne gihaşt armanca xwe, ti diktetor heya niha bi ser neketine heya Erdogan jî biserkeve. Ji bo wê jî serketin a meye, her çendî ew zorê li me bike jî dawiyê emê serkevin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin bila bira birayî ne kuji bila bira nebin dijminê hev, em aligerên aştiyêne.''
'Şer demiye aştî mayîndeye'
Jina binavê Kerime Yıldırım jî anî ziman ku şer bi destê desthilatdaran tê despêkirin, şer neyê gelane ji bo sarayê hatiye despêkirin û wiha domand; "Her dem deshilat dest bi şer dikin, ti sudê şer nîne, deshilat her dem di şer de winda dikin û hêza gelan biser dikeve. Şer demiye lê aştî mayîndeye ji bo wê em aştîxwazin. Em dixwazin li ser vê erdnîgariyê jiyanek aram hebe hemû gel bi aştiyek mayînde di nava hev de bijîn. Lê deshilat ji bo berjewendiyên xwe gelan dixin nava hev. Bila ji me bigerin emê gel bi rêveberiya cewherî xwe rêvebibin."
(zyd/zt)