Bi salan li hestiyên zarokên xwe geriyan niha jî li goristanan nobetê digirin

11:31

Zeynep Akîn/JINHA

ÊLIH – Jinên ku zarokên wan di şer de şehîd ketine bertek nîşanî êrîşên li dijî goristanan dan. Dayikên ku bi salan li hestiyên zarokên xwe geriyan, niha li goristanan nobetê digirin. Dayikan diyar kirin ku di dîrokê de desthilatdariyên herî dîktator jî wekî DAIŞ û AKP’ê êrîşê goristanan nekirine û soz dan ku heta sax bin dê goristanên xwe biparêzin.

Kurdên ku îşkenceya li zindanên 12’ê Îlonê têk birin tif li rûyê Esat Oktay Yildiran kirin, serî li ber Kenan Evren, Tansu Çîller, Suleyman Demîrel netewandin; îro jî bi komkujî û êrîşên AKP’ê re şer dikin. Êrîşên ku salên 1990'î derbas kirine; bi êrîşa li dijî goristanan ji bo dîrokên bûn lekeyeke reş. Polîsên AKP’ê li aliyekî zarok, jin, mêr û kesên kal dikujin, li aliyek jî êrîşê goristanên zarokên gelê kurd dikin. Ji ber êrîşên hewayî yên li goristanan, bi rojan e jin û dayikên kurd bedenên xwe kirine mertal û li goristanan nobetê digirin. Jinên ku li “Şehîdgeha Mawa” ya li bînarên Çiyayê Mawayê ya li sêgoşeya Sêrt-Mêrdîn û Êlihê cih digire nobetê digirin diyar kirin ku tu îzaha êrîşa li dijî goristanan ji aliyê însanî ve tune ye.

'Hestiyên ku em bi salan li wan geriyan û me dît niha jî bombe'

Jina bi navê Sultan Azbay diyar kir ku di tu rûpelên dîrokê de li dijî goristanan êrîş pêk nehatine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şehîdgehên me xira dikin. Di serî de di ola îslamê de di tu ol di çanda tu neteweyê de êrîş li dijî mirî û goristanan çênebûne. Me yên mirovan dikujin, îşkence li cenazeyên wan dikin gelek dîtin lê me heta niha nedît ku kes êrîşê goristanan bike. Em li şehîdgehên xwe nobetê digirin, 24 saet balafir li ser serê me diçin û tên. Ez berî hefteyekê ji şehîdgehê hatim û ez ê dîsa biçim. Heta ku em sax bin em di rêya şehîdên xwe de bin, em ê her dem bi wan re bin. Goristanên zarokên me ji bo me pîroz in.”

'Em ê ji rêya xwe venegerin’

Ayşe Akçay jî li dijî vê rewşê hêrsa xwe ya li dijî AKP’ê bi van gotinan anî ziman: “Êrîşê goristanên me dikin, xira dikin, dişewitînin. Lê bila vê baş bizanin, em ê her dem bi şehîd û gerîyalyên xwe re bin. Bila êdî Erdogan xwe nexapîne, me rûyê wî baş dît êdî ji bo wî tu gotinek me ya baş tune ye. Divê hemû kurd rabin ser piyan û şehîdgehên xwe xwedî derkevin. Divê hemû bibin yek, destên xwe bidin hev û berê xwe bidin şehîdgehan. Em bimirin jî bila em li ser gorên şehîdên xwe bimirin, ji vê pîroztir tu awayê parastinê tune ye. Em ji balafir, tang û bombeyan natirsin û başve gav navêjin.”

'Heta mirinê em ê têbikoşin’

Şukriye Oguz a nobetê digire û zarokek wê di şer de şehîd ketiye jî wiha got: “Em ê heta dawiyê di rêya zarok, xwişk û birayên xwe yên şehîd de bin. Ji bo gorên zarokên xwe, em bi salan têkoşiyan. Wateya xirakirina şehîdgehan çi ye gelo? AKP bênavber derewan dike, komkujiyan pêk tîne. Gerîla jî leşker jî zarokên me ne êşa her duyan jî ji bo me yek e.”

(da)