Girtîgaha Şakranê zaroka ducanî surgun kir
12:06
Ceren Karlıdağ/ JINHA
İZMİR - Li Girtîgeha Şakranê piştî ku zaroka ducanî a 18 salî îşkenceya ku rastî hatine ji çapemeniyê re raghandin, yek ji wan zarokan hat surgun kirin.
Di Nîsana borî de zarokên keç bi nameyek kiryarên dervî mirovahî a ku li Girtîgehê Şakranê tê kirin ji raya giştî re parve kiribûn. Li ser vê yekê zarokên keç 3'ê ji wan hatin tehliye kirin yek jî hat surgun kirin. Parêzerên OHD û ÇHD'ê ên ku çûne girtîgehê û dest bi lêkolînê kirin diyar kirin ku zarokên keç ê ducanî nayên derman kirin û di hucreya ku divê 3'ê kes lê bimîne 6 kes lê tê girtin.
Derket holê ku li hember girtiyên adlî kirinên dervî mirovahî tên kirin
Parêzerên OHD û ÇHD'ê di encama lêkolîna xwe de diyar kirin ku li Girtîgeha Şakranê hember girtiyên siyasî kiriyarên devrî mirovahî tên kirin. Parêzerên ku bi zarokên keç ên ducanî re hevdîtin kirine, dan zanîn ku zarokên keç ên ducanî ruxmî ku rewşa xwe ji gardiyan re gotine ew ne hatine derman kirin û di hucreyên ku divê 3'ê kes lê bimînin 6 kes lê tên girtin û jinên ku zarokê wan hene tevî jinên din li ser nivînek radikevin.
Li dijî bertekê jinan biryara surgunê
Piştî ku kiryarên ku li girtîgehê ji raya giştî re hat raghandin jin li her derê daket kolanan û vê rewşa ku li Girtîgeha Şakranê tê jiyan kirin protesto kirin. Rêveberê Girtîgeha Şakranê li dijî bertekê hatî zaroka keç a bi navê Y.O. bi kiryarên ne huquqî ew surgunê Girtîgeha Vekirî a Denîzli yê hat kirin. Parêzera OHD'ê Fatma Demîrer destnîşan kir, piştî ku kiryarên li girtîgehê di 27'ê Nîsanê de ji raya giştî re hat raghandin ew rewşê dişopînin û wiha got: "Di hevdîtina me a 5'mîn de em hînbûn ku sê zarokên keç hatin tahliye kirin û yek jî surgunê Girtîgeha Denîzliyê hatiye kirin. Em ji vê yekê re dibêjin surgunbûn. Ji ber ku dewlet û saziyên girtîgehê naxwazin îhlalên maf ên tên jiyan kirin ji raya giştî re bê raghandin."
'Piştî bertekên ku pêk hatine hin kiryarên dervî mirovahî hatin rakirin'
Fatma diyar kir ku li girtîgehê mafê girtiyên siyasî tên binpêkirin û girtî li hember rêveberê girtîgehê maxdur tên hêştin û wiha domkir: "Girtîgeha Şakran ji roja ku hatiye avakirin bi îhlalkirina mafê girtiyan tê nasîn. Piştî çalakî û bertek hin kiryarên dervî mirovahî a ku li hember girtiyan dihat kirin hatin rakirin lê belê agahiya me ji zarokan qut bû."
'Em ê şopdarê pêvajoyê bin'
Fatma di dawiyê de diyar kir ku ew ê şopdarê pêvajoyê bin û wiha pêde çû: "Kesên ku îhlalê maf dikin nikarin birevin cihek. Em ê wek parazarên OHD'ê bibin dengê gelê bindest û girtiyan."
(rc)