2 Dayîkên Aştiyê bi hincenta êrîşî polîsan kirine hatin sucdarkirin
15:24
JINHA
EDENE - 2 Dayîkên Aştiyê Dilber Şahin û Cevahir Temel yên ku di pefçunek a 2 polîs têde miriyîn de hatine girtin 4 rojan dibin çavan de li emniyetê rastî tindiya derunî hatine.
Piştî bûyera 28'ê Îlonê li Taxa Daglioglu ya Edeneyê 2 polîs têde mirin paşê di operasonên hatin despêkirin de 2 Dayîkên Aştiyê jî hatin girin. Dayîkên ku bi nihcentên alîkarî dayîne rêxistinê hatin girtin di 4 rojên binçavan de îskenca derunî li wan kirine.
Dilber Şahin a 60 salî li gel nexweşiyên wê hene jî hat binçavkirin û rastî îskenca derunî hatiye. Dilber diyar kir ku polîsan ser mala wê de girtin, li her derê lêgerîn kirin û zarokên wê darb kirin. Dilber anî ziman ku bi halê xwe yê nexweş ew 4 rojan dibin çavan de hêlan û got: "Em mirovên bitemenin, weke hovan em girtin binçavan. Li gel ti suc û gunehê me nebû jî em wiha bi kiriyarên dermirovane girtinbinçavan.
Cevaher Temel jî xizmê Alya Temel a ku di 25'ê Îlonê de di topbarana gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê top bi mala wê ketî û di heman topbaranê de jiyana xwe jidest dayî ye. Cevahir da zanîn ku li gel ew di taziyê debûn jî tîmên tayîbet hatine mala wan lêgerîn kirine gotinên weke "çek li kune?" kirine. Cevahir bilêv kir ku li qereqolê pirsên weke "We êrîşkar veşartiye?" ji wan kirine û îskenca derunî li wan kirine."
(zt)