HDP a Colemêrgê bi daxuyaniyekê dest bi xebatên hilbijartinê kirin
15:34
JINHA
COLEMÊRG - Navenda HDP'a Colemêrgê di der barê xebatên xwe yên hilbijartinê de daxuyanî dan çapemeniyê.
Navenda HDP'a Colemêrgê di derbarê xebatên xwe yên hilbijartinê de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'a Colemêrgê Emine Armut û Metin Besi, Hevserokê DBP'a Colemêrgê Husnu Raufoglu, endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navê de gelek welatî amadebûn. Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'a Colemêrgê Metin Besi ve hat xwendin.
Metin di serî de xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê bibîrxist û got: "Em ji niha û şunde weke xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê carekdinê dest bi xebatên xwe bikin. Emê hewildibin xwe bigihînin her deverê û dengê xwe bidin bihîstin. Ji xwe weke hemû xebatan emê xebatên hilbijartina 1'ê Mijdarê jî bi gelê xwe re bidin despêkirin. Ji ber heya niha hemû xebat me bi hev re kiriye, emê ji niha û şonde jî hemû xebatan bi hev re bidin meşandin. Emê hemû xebatên xwe bi şêweyê komûn birêve bibin."
(zyd/zt)