Jinên Şêxmeqsûd piştgiriya Şervanan dikin
15:53
Cotmeh
3
/ 2015
JINHA
HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê xwarin ji bo şervanên YPG/YPJ'ê çêkirin.
Êrîşê çeteyên El-Nûsra û alîgirên wê yên li ser taxa Kurdan Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê didome. Jinên taxa ji bo şervanên YPG/YPJ'ê ên li çeperê şer xwarin çêkirin. Jina bi navê Emîne Elîko destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriyê şervanan xwarinê amede dikin û wiha got: "Çeteyên El-Nûsra û alîgirên wan dixwazin bi êrîşên xwe ên hovane vîna gel biçewsînin. Êrîşa çeteyan dê bi yekîtiya me vala derbikeve. Ji ber em bi hêza xwe yê parastinê bawerin."
(rc)