Li Sêrtê 3 kes hatin girtin

16:37

JINHA

SÊRT - Li Sêrtê di serdegirtinên malan ên ku roja borî hatin kirin de ji 11 kesên rêveberên DBP, ÎHD û MEYADER'ê hatibûn binçavkirin ji wan 3 kes hatin girtin.

Li Sêrtê beriya 2 rojan di serdegirtinên malan de mal û avahiyên DBP, ÎHD û MEYADER'ê de 11 kesên ku hatin binçavkirin Firat Aksu ji "emniyetê" hatibû berdan. 10 kesên di bin çavan de î derxistin dozgeriyê. Xebatkarê Şaredariya Sêrtê Ekrem Tatli û Halîl Ceber piştî îfadeya wî hate girtin ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan, rêveberê ÎHD'ê Azad Taş, xebatkarê HDP'ê Mesut Daniş, rêveberê DBP'ê Selman Erdemcî, xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Bariş Akkuş, Serokê ÎHD'ê yê Sêrtê Zana Aksu, rêveberê ÎHDD'ê Mîrza Ekîn, rêveberê DBP'ê Refîk Kaçar û rêvebera MEYADER'ê yê berê Kadriye Cengîz bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Taş, Daniş, Erdemcî, Akkuş, û Aksu ji aliyê dadgehê ve hatin berdan û Mîrza Ekîn, Refîk Kaçar û Kadriye Cengîz bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

(zt)