Ji jinên xwendekar ji bo Nevin û Çilem name...
10:35
Ceren Karlıdag/ JINHA
ENQERE - Jinên ku ji bo piştevaniya Nevin Yildirim û Çilem Dogan kampaniyeya nameyan dan despêkirin û bang li hemû jinan kirin ku li hember şidetê parastina xwe ya cewherî avabikin.
Jinên endamên Kolektifa Jinan a Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariya Zanîngeha Enqereyê bi ramanca şêwirmendiya bi Nevin Yildrim û Çilem Dogan ên li hember şidet û tecawîzê parastina xwe ya cewherî kirine û ji bo wê hatine girtin kampaniyeya nameyan dan despêkirin. Ji jinan Eylem Esen da zanîn ku parastina cewherî ji bo jinan xwediyê giringiyek mezine û got: "Em dixwazin vê xebatê li hemû zanîngehan belavbikin û atolyayên parastina cewherî bidin despêkirin."
'Hun ne bitenê ne'
Eylem kêm ceza dayîna qatîlên jinan rexnekir û destnîşan kir ku parastina cewherî ji bo jinan mafeke. Eylem anî ziman ku ew bi heman hişmendiyê ji bo piştevaniya Nevin û Çilem wan kampaniyeya nameyan dane despêkirin û wiha domand: "Me xwest em nîşan bidin ku Nevin û Çilem ne bitenê ne. Mijara parastina cewherî jin di raya giştî de hebûna xwe parastine. Weke Çilem gotî; 'Ma dê her dem mêr jinan qetilbikin?'"
'Li hemberî şidetê rêya we rêya meye'
Eylem wiha berdewam kir: "Weke Kolektîfa Jinên Zanîngehê em dixwazin jin li her navendên jiyanê yên weke kolan, mal, cihê kar û her derê divê jinên rastî tacîzê tên xwe biparêzin. Ji bo Nevin û Çilem me tenê ne kampaniyeya nameyan daye despêkirin. Di heman demê de dê bibe agahiyek ji bo atoliyeyên me yên parastina cewherî. Li hemberî şideta di welat de tê meşandin Nevin û Çilem pêşengiya xweparastinê kirine. Ji ber ku wan li hemberî helandina jinan û deshilatiya mêran serî hildane bûne pêşengên me. Em li hemberî şideta mêran dibêjin rêya we rêya meye."
'Ji bo jinan zanîngeh ne bi ewlene'
Zeynep Aksoy jî bilêv kir ku zanîngeh ji bo jinan ne bi ewleye û wiha dom kir: "Em li her derê rastî şidet û tacîzê tên, zanîngeh jî di nava van qadan dene. Weke mînak her dem di ketin û derketinê de em bi polîsan re dibin muhatap, bûyerên tacîzê çêdibin, lê piraniya jinan vana nabêjin. Me siteyek a înternetê ya 'DHCF îtiraf dike' daye despêkirin, li wê wêneyê jinan tê kêşan, li ser mediyaya civakî tê parkirin. Ji bo me kampus ne herêmên ewlene."
(zt)