Di Nisêbînê topbaran berdewan dike, top bi malekê ket 1 giran 3 birîndar
13:42
JINHA
MÊRDÎN - Li Kolana Kanarya Taxa Abdulkadir Paşa topbaran berdewam dike. Topek bi mala Tahir Mutlu ket, mal hat xwarê di nava malê de 1 giran 3 birîndar hene.
Li navçeya Nisêbûna Mêrdînê 4 rojnin li hember êrîşan berxwedana gel berdewam dike. Ji saetên serê sibê heya niha bi wesayîtên zirxî û tankan navçeyê gulebaran û topbaran dike. Li Kolana Kanarya Taxa Abdulkadir Paşa topbaran berdewam dike. Ji kolanan dengê qêrîna mirovan bilind dibe. Ji ber qedexeya derketina kolanan agahiya mirovên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne hene yan na nayê zanîn.
Li Kolana Kanarya topek bi mala welatiyê bi navê Tahir Murtlu ket. Beşek mezin ji malê anî xwarê ji mirovên di hindirê malê de 1 giran 3 birîndar bûn. Ji yên giran birîndarbûn yek jê kurê Tahir Murtlu Îlhan Mutluye. Dema ku welatiyan xwestin birîndaran bigirin ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin.
Li navçeyê dengê teqînan û topbaranê berdewam dike.
Li aliyê dinê Heyeta KJA yê ji bo bikevin hindirê navçeyê ketine ser rê, destur nayê dayîn têkevin navçeyê, ji ber wê jî heyet li ser rêya Darayê bi meşê hewildidin bikevin navçeyê. Di nava yên hewildidin bikevin navçeyê de Parlementerên HDP'ê Feleknas Uca û Mithat Sancar jî heye.
(gc-at/zt)