Bi hezaran kes ber bi zozanên Weregoz ve diherikin

14:40

JINHA

COLEMÊRG - Bi hezaran welatî ji bo bigihijin mertalên zindî yên li herêma Weregoz û tu agahî ji wan nayê girtin derketin rê piştî çûna wan a bi wesayîta hat astengkirin hewil didin bi meşê bigihijin herêmê.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 rojin Geliyê Doskî, Kepir û Weregoz pevçûnên dijwar tên jiyîn û bi balefiran tê bombebaran kirin. Ji 30 welatiyên li herêma Weregoz 47 rojin çalakiya mertalên zindî li dar dixin agahî nayê girtin. Bi hezaran welatî ji bo bigihijin mertalên zindî û operayonê bidin rawestandin ber bi herêmê ve derketin rê. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev bi wesayîtan ber bi herêma operasyonê ve derketin rê lê polîs û leşkeran hemû riyên diçin herêmê girtin. Bi hezaran welatiyan li ser vê yekê wesayîtên xwe hiştin bi meşê ber bi qada bejayî ve derketin rê. Li herêmê tevgera helîkopter û balafirên şer dest pê kir û qereqolên Sînava û Rahmo jî herêmên Geliyê Doskî, Kepir û Weregoz bi hewan û topên obusê bombebaran dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin helîkopteran leşker li giran bi cih kirine.

Meşa gel berdewam dike.

(zt)