Li Çelê çalakiya mertalên zindî despêkir

14:59

JINHA

COLEMÊRG - Li zozanên Han ên navçeya Çelê ya Colemêrgê ji bo li hember şer ewlehiyê bigirin çalakiya mertalên zindî despêkir.

Li zozanên Han ên navçeya Çelê ya Colemêrgê ji bo li hember şer ewlehiyê bigirin çalakiya mertalên zindî despêkir. Hevşaredarên Çelê Hilal Duman û Servet Tunç li gel endam û rêveberên DBP û HDP'ê bi gelek welatiyên Çelê re derst bi çalakiyê kirin. Mertalên zindiyên ku 40 metre durî Çelê li zozanên Han ê konê xwe vedan diyar kirin ku ji bo şer despêneke wan dest bi çalakiyê kiriye. Girêdayî çalakiyê Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê daxuyanî dan. Dayîkan bang li hemû dayîkan kirin ku li hemberî şer sekna xwe nîşan bidin.

(zt)