Encamnameya Komxebata Platforma Tekoşîna Jinên di destê DAIŞ'ê de
13:19
JINHA
AMED - Di encamnameya Komxebata Platforma Tekoşînê Ji Bo Jinên Ku Hatine Revandin de wiha hat hat gotin: "Kiryarên tundûtijiya DAIŞ'ê li hember jinan, ne kêm in ku li ber sûcên wan ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, wek hûrguliyên biçûçik bên dîtin. Ji bo ku jinên di destê DAIŞ'ê de bê xilaskirin em di nava hewildan û xebatanên cur be cur denin."
Komxebata Platforma Tekoşînê Ji Bo Jinên Ku Hatine Revandin bi duruşma "Komxebata di şer û pevçûnan de zayendiya civakî û şîdetê" li avahiya Xizmetên Civakiya Sumerparkê hat lidarxistin. Di komxebatê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Endama Komeleya Federesyona Êzidiyên Ewrupayê Dr. Leyla Ferman, Endama Siplomasiya KJA yê Ayşe Gokkan, Parêzer Rehhan Yalçindag û Parêzer Eren Keskin jî di navê de bi giştî nêzî 50 jinan amadebûn. Platforma Tekoşînê Ji Bo Jinên Ku Hatine Revandin encamnameya komxebatê diyar kir.
Encamname wiha berdewam dike; "Ev platform ji bo bilindkirina hişmendiyek heremî û navnetewî li hember dagirkeriya DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn û li hember dengvedanên wê yên tundiya li ser zayenda jinan hatiye avakirin. Platforma me di nav salekê de çûye serdana wargehên Êzidî, Suryanî, Şebekên Şiî û Erebên Şiî yên li wargehên Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê. Di van serdanan de me çavdêriya rewşa jin û zarokên mexdûr kir. Hewldana me her ji bo rewşa hiquqî û tenduristi ya mexdûran bi rêze xebatên cur be cur û çalakiyên domdar baştir bibe. Heftiya borî jî em çûn serdana wargehên Şengal û Zaxoyê ku piranî jin û zarokên Êzidî lê dimînin. Di vê serdanê de me pêdiviyên wan tespît kirin û ji bo tekoşîneke hevpar me nîqaş bi saziyên herêmî yên jinan re pêk anî."
Encamname wiha dom kir: "Pêvajoya tekoşîna me ji bo jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, bi armanca xurtkirina xebatê û diyarkirina nexşerêyekê, di 4'ê Cotmeha 2015'an de li Amedê, me atolyeyek li dar xist. Lêkolînerên jin, ên ji Tirkiyê û nûnerên saziyên jinan jî tevlî vê xebatê bûn. Em ji bo parvekirina encamnameya xebata xwe li vir civiyane.
Tespît û çavdêriyên me ev in:
*Kiryarên tundûtijiya DAIŞ'ê li hember jinan, ne kêm in ku li ber sûcên wan ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, wek hûrguliyên biçûçik bên dîtin. Ji ber ku bedena jinê wek qadeke şerê pederşahî tê dîtin û di şer de destdirêjî, êşkence û tecawuz bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Bi ser de jî jin wek kole û cariyeyan tên firotin.
*Dagirkeriya DAIŞ'ê, wek pratîka şerê zayendî li temamê Rojhilata Navîn berdewam e. Bi taybetî jî li hember civakên ku ne sunnî û misilman in, ev kiryarên hovane, wek armanca sereke ya şer, derdikeve pêşiya me. Bi taybetî jî siyaseta DAIŞ'ê li hember civaka Êzidî, wek qirkirinekê rû dide.
*Tê texmînkirin ku hejmara jin û zarokên ji aliyê DAIŞê ve hatine dîlgirtin, di navbera 4.000 û 7.000an de ye. Piştî dagirkirina bajarê wan 400.000 Êzidî neçar mane ku terka Şengalê bikin.
*Jin û zarokên ku wek xenîmetên şer ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin, li bazarên ser sînorên Qatar, Iraq, Sûriye û Arabistana Siudî gelek caran tên firotin.
*Tê texmîn kirin ku heta niha 1.500 jin û zarokên Êzidî ji destê DAIŞ'ê xilas bûne.
*Kesên kû ji destê DAIŞ'ê xilas dibin, bi awayejkî diçin wargehan. Li wan wargehan hewl didin ku ji malbata xwe nas û dostên ku sax mane, bibînin. Di van wargehên penaberan de rewşa wan a xwarin û vexwarinê pirr xirab e û penaber ji xizmetên alîkariya psîkolojîk û civakî jî bêpar mane.
*Ji bo kû jinên xilas bûne ji aliyê civaka wan bên qebûl kirin di navbera Platforma me û rûsipiyên heremî û saziyên jinan ve biryara hevkarî hatiye dayîn. Yên ku ji destê DAIŞ'ê xilas bûn, hem ji aliyekî bi travmayên dîlgirtinê re rû bi rû dimînin, hem ji aliyê civaka xwe ve jî tên dûrxistin û îzolekirin."
Piştî tesbîtan di aliyê çareseriyê û xebatên ku platformê dayî pêşiya xwe jî wihan vegotiye.
"Piştî van tespîtan, platforma me biryar daye ku xebatên me di van waran de berdewam bikin:
*Ji bo ku jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin bên xilas kirin, divê xebateke dîplomatîk bi saziyên civakî yên navnetewî, saziyên mafên mirovan û jinan dest pê bike; ji bo çalakiyan û pêkanîna rojev û nexşerêyên hevpar dê pîlanên nû bên danîn.
*Ji bo kû Fermana li hember Êzidiyan li gor Peymana Yekîtiya Netewan jî wek 'jenosîd' bê qebûlkirin xebatên hiqûqî û dîplomatîk dê bên meşandin.
*Ji bo ku sazî, dewlet û faîlên hevpar ên vê Fermanê ji aliyê Dadgeha Navneteweyî ve bên darizandin, biryar hatiye dayîn ku her cure belge û delîl bên komkirin. Paşê bi wan delîlan li Konseya Ewlehiya Yekîtiya Netewan dê dozek bê vekirin.
*Ji bo danûstandin û tekoşîna hevpar pêş bikeve li welatên wek Qatar, Erebistana Siûdî, Iraq û Yekîtiyên Emîriyên Ereb ku li wan deran jin û zarok ji aliyê DAIŞê ve wek xulam û cariye tên firotin û welatên wek Tirkiyê yên ku dibin rêya derbaskirina wan jin û zarokan, bi saziyên jinan re dê pêwendî bên danîn. Herwiha ji bo teşîrkirina van welatan, em ê çalakiyên curbecur pêk bînin. (Kampanyaya îmzeyan, rûniştin, meş, vîdeo, name û hwd..)
*Ji bo pêşxistina hişmendî û çalakiyên hevpar, platforma me biryar daye ku çapemeniya navneteweyî a navdar û xwedî bandor, bi her awayî bê bikaranîn û ev yek karekî gelek girîng e.
*Platforma me dê bi akademisyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, û nivîskarên jinên navdar kampanyayan pêk bîne.
*Platforma me dê hemû xebatên xwe yên li Kurdistan û Ewropayê, bi hevkarî û piştgiriya saziyên jinên Êzidî pêk bîne û ev yek ji bo platforma me prensîbek e.
*Armanceke me jî ew e ku jinên ji destê DAIŞ'ê xilas bûne, bi awayekî hêsan tevlî civaka xwe bibin û vegerin jiyana xwe ya asayî. Ji bo vê jî dê platforma me hevdîtinan bi mezin û rîspiyên cemaeta Êzidî û saziyên jinan pêk bîne û ji bo xebatên rehalîtasyon û entegrasyona jinan dê piştgirî û hevkariyê ji wan bixwaze.
*Ji bo jinên ku rastî êrîşa DAIŞ'ê hatine li Amedê dê 'Navenda Rehabilitasyon û Xurtkirinê' bi lez bê avakirin.
*Herî dawî jî platforma me pêşniyar dike ku "Roja Tekoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê" ku 25'ê Mijdarê ye, li ser navê jinên dîlgirtî yên Êzidî bê îlankirin."
(zt)