Jinên Nisêbîne ên ku pênc roje di bin dorpêçê de ne peyam: Em ê bi serbikevin
13:31
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Nisêbînê ên ku bi çanda xwe yê berxwedanê tên nasîn, bang li kesên ku fermana dorpêça bajêr dane kirin: "Qedexeya derketina kolanan çiye, ev der kolanên mene û kes nikare biryarê vê yekê bide. Di vê pêvajoyê de em ê bi ser bikevin bila her kes vê zanibe."
Jinên navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hember dorpêçê li berxwe didin. Jinên Nisêbînê ên ku ji dîrokê heya niha çanda berxwedaniyê hildane û bi rihê serhildanan derketine pêş, îro jî bi berxwedana xwe pêşengiya 'rêveberiya xweser' dikin. Jinên Nisêbînê destnîşan kirin ku, berpirsyariya êrîşên hovane Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e û gotin divê ev şer bê rawestandin.
Jina ku bi çalakî û tililiyên xwe tevlî berxwedanê dibe wiha got: "Erdogan me hemû qetil dike. Ne bese kuştin vê carê îşkence li cenazeyên me dike. Çi mafî wî li me heye ku wiha dike. Şehîdgehên me topbaran dikin û miriyên me ji cihê wan radikin."
Jina din jî da zanîn ku bi van polîtîkayên qirêj ên ku li ser Kurdan tên meşandin wê bi sernekevin û wiha got: "Di vî şerî de ên ku bi serbikevin Kurdin, em ê bi serbixin bila her kes vê zanibe. Heya ku em hebin û li vir bin em ê li pay berxwedana ciwanên xwe bin. Ji bo me şev û roj nema. Em ê kolan û taxên xwe terk nekin. Çalakiya deng bi şev û roj em pêk tînin. Her tiştê ku ji destê me bê em ê bikin. Êdî Kurd hemû bûn yek Erdogan çibike jî dê têk biçe."
Her wiha jinek din bi tililiyên xwe li kolanan digere û wiha dibêje: "Qedexeya derketina kolanan çiye, ev der kolanên mene û kes nikare biryarê vê yekê bide." Jinek din jî got: "Kurd çi kirine van kiryaran li hember Kurdan rewa dibînin. Av, ceyran ne jî xwarin heye, em dibêjin êdî bese, bila Erdogan belayê xwe ji me veke." Di dawiyê de jî jinek bi gotinên raperîn û berxwedaniyê wiha got: "Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê li ser axê xwe bin. Em ê axê xwe terk nekin û ji wan re nehêlin."
(rc)