Rêgeha çeteyên El Nûsra ya li Helebê ket bin kontrola YPG/YPJ'ê
14:05
JINHA
HELEB - Li nêzî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, derdora rêgeheke girîng a çeteyên El Nûsra, ket bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, rêya di navbera El Cendol û Sekan El Şiqeyef, ku çeteyên El Nûsra ji vir endam û cebilxane derbas dikirin, ketiye bin kontrola sekvanên YPG'ê. Li aliyê din, şervanên YPG'ê nîvê şevê saet di 03:00 de li herêma di navbera meydana Cendûl û Seken El Şiqeyif Şerqî, bi sekvanan, çeteyên El Nûsra hedef girtin. Di çalakiya sûîqestê de 3 çete hatin kuştin û wesayîtek doçka li ser, hat îmhakirin.
Li herêmê gundê Pino yê dikeve bakurê Taxa Şêxmeqsûd jî şervanan di saat derdora 04:00’an de li dijî çeteyên El-Nûsra çalakiyek li dar xistin û di encamê de wesayîtek bi doçka barkirî hate rûxandin. Her wiha çeteyekî jî hate kuştin. Çeteyên El-Nusra û hevalbendên wan gelereşandina xwe ya li sivîlên Şêxmeqsûd didomînin.
Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhilat, duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku êrîşên li Helebê ji aliyê serbazên Tirk û endamên MÎT'ê ve tên birêvebirin
(rc)