Heyeta mafê miruvan li Farqînê ye
11:48
JINHA
AMED - Li Farqînê piştî qedexeya derketina kolanan hate rakirin, ji sedema binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû û ji bo lêkolînê heyeta ji ÎHD, TÎHV û Odeya Tabîban a Amedê pêk dihat çûn Farqînê.
Li navçeya Farqînê ya Amedê 2 yê Cotmehê heta şevê din qedexeya derketina kolana hatibû îlankirin û di nava van rojan de binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû. Ji bo binpekirinên li navçeyê di cih de lêkolînê bike heyet ji ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Odeya Tabîban a Amedê pêk dihat hat avakirin û çûn navçeyê.
Heyet piştî lêkolînê di der barê binpêkirina mafên mirovan raporekê amade bike û dawiyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera bikin.
(ha/zt)