Navê Arîn bi tîpên agir li ser Miştenûr hate nivîsandin

14:48

JINHA

KOBANÊ - Bi boneya 1. rasthatina salvegera şihadeta Têkoşer Arîn Mîrkan û hevalên wê Rêvana Rojava, Omer Qamişlo û şervana Partiya Marksîst Lênînîst Komonîst MLKP’ê Paramaz Qizil Baş ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, Yekîtiya Ciwanên Rojava û şervanên MLKP’ê merasîmeke bîranîn organîze kirin û navê tekoşer Arîn Mîrkan bi agir li ser Girê Miştenûr nivîsandin.

Bi minasebeta bîranîna yekemîn salvegera çalakiya fedayî ku têkoşer Arîn Mîrkan di 5’ê cotmeha 2015’an de li Girê Miştenûr pêkanîn û bîranîna 3 hevalên wê yên di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan, Yekîtiya Ciwanên Rojava û MLKP li Girê Miştenûr merasîmek li dar xistin.

Merasîm bi beşdariya şervanên YPG û YPJ’ê, şervanên MLKP’ê , Saziya Malbata Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê û dehan welatiyên Kantona Kobanê pêk hat.

Girseya gel ku li girê Miştenûr kom bibû, wêneyên têkoşer Arîn Mîrkan, têkoşerên berxwedana Kobanê û Rojava, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, alên MLKP’ê rakiribûn û dirûşmeyên “ Bijî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê" û "şehîd namirin” berz kirin. Her wiha endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava jî meşehle li nêzî girseyê hildabûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin û merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên MLKP’ê, YPG û YPJ’ê ve destpê kir. Piştre Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat axivî û got: “ Ez bejna xwe li ber rihê Arîn Mîrkan û Rêvana yên ku axa Kobanê bi xwîna xwe ya paqij avdan û çete têkbirin, ditewînim. Têkoşer Arîn û Rêvana rihê berxwedanê temsîl kirin û bûn sembola jinên azad. Gelê Kurd di dîroka xwe de rastî gelek êrîşan hatiye. Lê Têkoşer Arîn, Rêvana û hemû têkoşerên azadiyê rênedan ku çete axa Kobanê qirêj bikin. Canê xwe kirn mertal li hember çekên wan ên giran. Bi rihekî şoreşgerî çalakiyên xwe yên fedayî pêk anîn û destana berxwedanê ya jina têkoşer û azad nivîsandin.”

Li ser navê Melekepê jî şervaneke wan axivî û ev tişt anîn ziman: “ Di destpêkê de em di kesayeta heval Arîn û Rêvana de hemû hevalên wan ên ku di berxwedana Kobanê de cih girtin û li ser axa wê şehîd ketin bi bîrtînin. Heval Arîn bi rihê xwe yê fedayî em fêrî terzê fedayetiya nû kirin. Heval Paramaz jî bi rihê xwe yê fedayî riya me ronîkir. Em îro soz didin ku em riya wan bişopînin . Em ê ne tenê li Kobanê, Şengal û Bakûrê Kurdistanê şer bikin. Em ê li her derê berxwedanê bikin. Li kuderê tarîtî hebe em ê li wir bin û di rûyê wê de bisekinin. Em îro riya heval Paramaz dişopînin û me tabûrek bi navê wê ava kir. Em ê tala wê rakin. Em ê riya hemû şehîdan heta dawiyê bişopînin. Şehîd namirin.”

Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava jî Rêvebera Yekîtiyê Ronahî Efrîn jî wiha got: “ Sala derbasbûyî di weke vê rojê de li ser Girê Miştenûr berxwedaneke mezin çêbû. Têkoşer Arîn canê xwe feda kir û li hember dijmin sekinî û bû sembola serbilindiyê. Çalakiya hevala Arîn tevahî cîhan hejand û di me de hasten têkokoşînê hejandin. Em ê riya wê ku ji me re neqişandî bişopînin.”

Li ser navê Saziya Malbata Şehîdan jî Arif Balî axivî û wiha got: “ Têkoşer Arîn bi canê xwe agirê berxwedanê pêxist û pê dijimin şewîtand. Tekoşereke din jî Rêvana Kobanê bi çalakiya xwe ya fedayî xeta Zêlan û Bêrîtanan şopand û destana têkoşînê nivîsand. Her wiha em têkoşer Paramaz Qizil Baş û Omer Qamişlo jî bi bîrtînin. Wan ji bo tevahî mirovahiyê canê xwe feda kirin. Em soz didin ku heta dawiyê em ê riya wan bişopînin."

Bi navê malbata têkoşer Rêvana Rojava jî Ibrahîm Mamo axivî û got: “ Ez berxwedana bêhempa ya têkoşer Arîn, Rêvana, Omer Qamişlo û Parmaz bi bîr tînim. Ez bejna xwe li hember wan ditewînim û em soz didin ku em ê riya wan bişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelek şervanên me yên weke Arîn, Rêvana, Omer û Paramzan hene ku wê destanan di dîroka Kurdistanê û cîhanê de binivîsin.”

Piştî axaftinan girseya Gel bi endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên Meşehle hildabûn bi meşê ber bi cihê ku têkoşer Arîn Mîrkan çalakiya fedayî li wir pêk anî ve meşiyan. Li wêderê bi agir navê Arîn hat nivîsndin û di yekemîn salvegera şihadeta wê de ezmanê Kobanê ronî bû.

Merasîm bi dirûşmeyên “ Şehîd namirin û Bijî berxwedana YPGû YPJ’ê” bi dawî bû.

(rc)