Jinên Kobanê parastina cewherî pêşdixin

16:03

JINHA

KOBANÊ - Bi armanca parastina bajar û herêmên xwe ji êrîşan, jin li Kobanê perwerdeya bi karanîna çekan dibînin.

Li Kantona Kobanê jin amedekariya parastinê xwe dikin. Rêxistina Yeketiya Star bi hevkariya Hêzên Parastina Cewherî HPC'ê dewreyên perwerdeyê parastina rewa û fêrkirina bikaranîna çekan ji jinên taxa Şehîd Xebat re dan destpê kirin. Dewre li taxê bi tevlîbûna jinan a bi coş hat despêkirin. Di vekirina dewreyê de li ser navê Yekîtiya Star Bêrîvan Muhemed axivî. Bêrîvan diyar kir ku di pêvajoyek wiha de dewreyên perwerdê ên parastina cewherî dîtin girînge û wiha got: "Parastin ji bo jinan wek nefesê jiyanê girînge. Ji ber vê divê her jinek xwe hînê parastinê bike."

Piştî axaftinan endamên hêza parastina cewherî yên jin, jinên taxa şehîd Xebat fêrî vekirin û girtina çekan kirin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn hînê bikaranîna çekan dibin kêfxweşiya xwe anîn ziman. Jina bi navê Cemîle Faris diyar kir ku, ji ber ew tevlî perwerdê bûye kêfxweşe û got ew ê heya dawî parastina taxê xwe bike. Edle Silêmkan jî destnîşan kir ku pêwîste jin ji bo parastinê li benda mêran nemînin û parastina xwe bi xwe bikin.

Her wiha dayîka bi navê Emîne Birahîm jî da zanîn ku ew kesên dev ji axa xwe berdane û parastina wê nakin, girîngiya wateya axê nizanin û wiha got: "Lewra wan kesan xwe spartine dewletên derve. Dewletên Ewropayê dixwazin herêmê vala bikin. Pêwistiya wan bi karkeran heye. Lewra deriyên xwe ji penabaran re vedikin û dixwazin herêmên me valabikin. Em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Ji bo ku em karibin xwe li hember hemû êrîşan xwe biparêzin em perwerde dibînin." Emîne di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe ji bo parastinê amede bikin û cihê xwe di nava Hêza Parastina Cewherî de bigrin."

Jin piştî perwerdeya teorî a bikaranîna çekan dîtin, li Gira Miştenûr li ser pratîkê wê perwerdeya xwe didomînin.

(rc)