Di meha îlonê de 35 rojnameger hatin binçavkirin

11:44

JINHA

STENBOL - Tora Hevkariyê ya Li Dijî Sansurê rapora xwe ya meha îlonê weşand û di raporê de diyar kir ku 35 rojnameger hatine binçavkirin û rojnamegerek jî hatiye girtin.

Tora Hevkariyê ya Li Dijî Sansurê rapora der barê zext û êrîşên li ser rojnamegeran a meha îlonê amade kiribû ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re zext û êrîşên li ser rojnamegeran zêde bûne. Di raporê de hat daxuyandin ku di meha îlonê de pêkanînên wekî doz û sansurê tenê nehatin meşandin bi van re rasterast rojnameger hatin hedefgirtin.

Di raporê de bîlançoya meha îlonê wiha hat rêzkirin: "2 rojnameger bi êrîşa polîsan re rû bi rû man, 2 rojnameger ji hêla polîsan ve hatin revandin û gef li wan xwarin. Bi keviran êrîşî Rojnameya Hurriyet kirin. Êrîşî Rojnameger Ahmet Hakan kirin. Polîsan bi ser 2 saziyên çapemeniyê de girtin. Der barê 19 rojnamegeran de bi hinceta "heqaret li serokomar kirine" lêpirsîn hat destpêkirin. 35 rojnameger hatin binaçvkirin û rojnamegerek hat girtin. 3 rojnamegerên biyanî hatin dersînorkirin. Di meha îlonê de jî malperên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê hatin astengkirin. Heta niha 21 malperên ajansê hatine astengkirin."

(rc)