Li Amedê jinan Arîn Mîrxan bibîranîn
16:38
JINHA
AMED - Şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan a ku bûye sembola Berxedana Kobanê li Amedê ji aliyê jinan ve hat bîranîn.
Ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) yê ve Arîn Mîrxan a ku di Berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî pêkaniyî li Salona Cep Sinema ya Sumerparkê hat bîranîn. Di çalakiya bîranînê de têkela KJA yê, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş amadebûn. Beriya axaftinan sîneviziyona ser berxwedana Arîn Mîrxan hatî amadekirin hat pêşandan paşê jî Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş axivî û diyar kir ku tekoşîna duh Arînan dayî îro jî berdewam dike.
'Jinên kurd tekoşîn mezin kirine'
Di bîranînê de aktîvîsta KJA yê Ruken Akça destnîşan kir ku jinên kurd ji bo tekoşînê xwe fedakirine û wiha domand: "Emê jî di şopa yên ji bo me tekoşîn dikin de bimeşin. Çawa ku Zîlan Arîn hembêz kiriye emê jî tekoşîna xwe mezin bikin û hevdu hembêz bikin. Jinên kurd tekoşîn mezin kirine. Weke ku li Rojava li ber xwedayîn û ji bo cîhanê bûyîn mînak. Tekoşîna ku li Kobanê despêkirî li Amed, Colemêrg, Nisêbîn û Cizîrê jî bedewam dike." Ruken da zanîn ku bi salane dewlet bi hişmeniya DAIŞ'ê êrîşî kurdan dikin û wiha berdewam kir: "Emê weke jinên kurd hişmendiya despota vê dewletê û pergala wê hilweşînin."
Piştî axaftinan çalakiya bîranînê bi duruşman dawî bû.
(zt)